07:37 21 Tebax 2017
Zindî
    Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê

    Çavuşoglu kesê ku wê were şûna Sinirlioglu aşkere kir

    © Foto: AA/Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu aşkere kir ku li şûna şêwirmendê berê Feridun Sinirlioglu, alîkarê şêwirmend Umut Yalçin hatiye wezîfedarkirin.

    Navenda Nûçeyan — Çavuşoglu di civîna bi Wezîrê Karê Derve yê Letvonyayê Edgars Rinkevics de li ser pirsa derbarê mijarê de got ji bedêla Sinirlioglu Yalçin weke Nûnerê Daîmî yê NYyê yê Tirkiyê hatiye diyarkirin.

    Li gorî nûçeya nûçegîhanê Hurriyetê Ugur Ergan, Yalçın piştî xistina balafira rûs ji hêla F-16ên tirk ve kesê pêvajoya asayîbûna di navbera Moskova û Enqereyê dabû destpêkirin e.

    UMIT YALÇIN KIYE?

    Yalçin beriya niha weke balyozê Kuweytê kar dikir û di 2014an de bû alîkarê şêwirmendê Wezareta Karê Derve.

    Yalçin di demên cuda de li Balyozxaneya Rotterdamê û li konsolxaneyên Bexda û Moskovayê di wezîfeyên cuda de kar kiribû û di mijara Rojhilata Navîn de pispor bibû.

    Bi heman mijarî:

    Sinirlioglu: Esad di hikumeta nû de hew dibe namzet
    Sinirlioglu bi mijara Sûriyeyê telefonî Lavrov kir
    Sinirlioglu serdana Kurdistanê kir û bi Barzanî re hevdîtin kir
    Sinirlioglu: Balafir 3 km di nava sînor de hat xistin
    Etîketan:
    Konsolxaneya Bexda ya Tirkiyê, Balyozxaneya Rotterdamê ya Tirkiyê, Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê, Umit Yalçin, Feridun Sinirlioglu, Edgars Rinkevics, Mevlut Çavuşoglu, Rotterdam, Enqere, Letonya, Bexda, Moskova
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de