09:03 17 Tebax 2017
Zindî
    Irak Kürt Bölgesel Yönetimi Başkanı Mesud Barzani - Irak Başbakanı Haydar el İbadi

    Abadî û Barzanî li Bexdayê hatin ba hev

    © REUTERS/ Azad Lashkari/ Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Haydar Abadî li Bexdayê hatin ba hev.

    Bexda — Beriya niha hatibû aşkerekirin ku wê şandeyek di bin serokatiya Barzanî de ji Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bikin. Barzanî û şandeya bi wî re îro serdana Bexdayê kirin û bi Abadî re hevdîtin pêk anîn.

    Fotografên derbarê hevdîtinê de ji hêla Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezareta Iraqê ve li ser hesabê fermî yê Twitterê hate parvekirin.

    Di vê navberê de Nûnerê Taybet ê Hevpeymana Kurewî yê Têkoşîna li dij DAIŞê yê Serokdewletê DYAyê Barack Obama, Brett McGurk heman fotoğraf li ser hesabê xwe yê Twitterê par ve kir û diyar kir ku hevdîtin beriya operasyona Mûsilê pêk hatiye.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî îro diçe Bexdayê
    Barzanî diçe Bexdayê
    Barzanî li Bexdayê got: Mafê çarenûsê!
    Nêçîrvan Barzanî diçe Bexdayê
    Etîketan:
    operasyona Mûsilê, serdan, Hevpeymana Kurewî yê Têkoşîna, Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezareta Iraqê, Serokatiya Herêma Kurdistanê, Haydar Ebadi, Mesud Barzanî, Barack Obama, Brett McGurk, Herêma Kurdistanê, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de