09:41 18 Tebax 2017
Zindî
    Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu: Ger Rûsya di mijara Sûriyeyê de hevkariyê bixwaze, em amade ne

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2311

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu daxuyaniya Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ya ku "di mijara Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re çalakiya hevpar pêkan e' nirxand û got "ger ku Rûsya ji bo agirbest û alîkariyên mirovî bi dilsozî bixwaze bi me re hevkariyê bike, em amade ne."

    Navenda Nûçeyan — Çavuşoglu piştî hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Karên Derve yê Letonyayê Edgars Rinkevics re di civîna çapemeniyê de bersiva pirsan da.

    Çavuşoglu di civînê de diyar kir ku wan duh jî li Enqereyê di dema serdana Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf de jî agirbest û alîkariyên mirovî yên li Sûriyeyê nirxandine û got "piştî normalîzebûna têkiliyên me em bi Rûsyayê re jî van mijaran dinirxînin. Ger ku Rûsya ji bo agirbest û alîkariyên mirovî bi dilsozî bixwaze bi me re hevkariyê bike, em amade ne."

    Çavuşoglu her wiha anî ziman ku Tirkiyeyê heta îro piştgiriya hemû biryarên ji bo pêkanîna agirbest a li Sûriyeyêi alîkariyên mirovî û çareseriya siyasî kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu û Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê DYAyê Blinken hevdîtin kirin
    Çavuşoglu: "Carinan ez bi Lavrov re bi rûsî diaxivim"
    Çavuşoglu û Kerry di derbarê Sûriyeyê de hevdîtinek pêk anîn
    Çavuşoglu û Lavrov 'agirbesta li Sûriyeyê' axivîn
    Çavuşoglu: Operasyonên Mûsil û Reqqayê pir girîng in
    Etîketan:
    amadebûn, hevkarî, Wezîrê Karên Derve yê Letonyayê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Edgar Rinkevics, Mevlut Çavşoglu, Mariya Zaxarova, Rûsya, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de