09:51 18 Tebax 2017
Zindî
    Polês

    Li Sêrt û Elezîzê 29 kes hatin desteserkirin!

    © Foto: AA/ Yılmaz Kazandıoğlu
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1110

    Li Elezîzê, Hevşaredarên Depê û xebatkar jî di nav de 13 kes û li Sêrtê jî 16 kes hatin desteserkirin.

    Navenda nûçeyan -  Li navçeya Depê ya Xerpetê polêsan bi ser malan de girtin û hevşaredar jî di nav de 13 xebatkarên şaredariyê desteserkirin.
    Hevşaredarên Depê Burhan Kocaman û Cennet Ayik û 13 xebatkarên din ên şaredariyê ji aliyê polêsan ve hatin desteserkirin. 13 kesên ku hatin desteserkirin  birin Midûriyeta Ewlekariya Elezîzê. Sedema binçavkirinan nehate hînbûn.

    16 KES LI SÊRTÊ HATIN DESTESERKIRIN

    Polêsan li navenda Sêrtê bi awayekî hemdemî operasyonek lidar xistin û bi ser taxên Bariş, Alan û Çalê de girtin. Di encama biserdegirtinan de endamên meclisê yê DBPê Ferhat Akinci, Halît Kaçar, Kenan Dayan, Saît Ozbay, Yakup Şavli, hevserokê berê yê DBPê Siddik Taş, Tahîr Taş, Şakîr Taş, Adnan Taş, Mehmet Taş Kenan Atilgan, welatiyên bi navê Selahattîn û Hurî yên paşnavê wan nehat hînbûn hatin desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê mamosteya xwedî pitik a 57 rojî hate desteserkirin
    3 stranbêj ji ber stranên kurdî hatin desteserkirin
    Gerînendeya Giştî ya Kovara Zaremayê hate desteserkirin
    14 kes li Edeneyê hatin desteserkirin
    Etîketan:
    bajarên kurdan, şaredarî, şerê siyasî, dbp, xarpêt, Elazîz, sêrt
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de