02:21 24 Tebax 2017
Zindî
    Leşkerên Amerîkî

    Hejmara leşkerên amerîkî yên li Iraqê wê 5 hezaran derbas bike

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 39 0 0

    Amerîka bersiva daxwaza leşkerî ya Iraqê bo operasyona rizgarkirina Mûsilê da û wê di demeke nêz de hin leşkerên din bişînin Iraqê.

    Navenda nûçeyan — Ji bo Operasyona Rizgarkirina Mûsilê ku wê di demeke nêz de destpê bike, DYA bersiveke erênî da daxwaza Iraqê ya ji bo zêdekirina hejmara leşkerên DYA yên li Iraqê.
    Li Iraqê niha bi qasî 4 hezar 600 leşkerên Amerîkî weke şêwirmend li Iraqê ne. DYA diyar kir ku wê di demeke nêz de 600 leşkerên din jî bişîne Iraqê.
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duh destnîşan kir ku wan ji DYAyê daxwaza alîkariya leşkerî kirine. Li ser daxwaza hikumeta Iraqê, DYA bersiv da û got wê ‘ji bo demeke' kurt wê hejmarek leşker bişînin Iraqê.

    Hêjayî gotinêye ku li Iraqê hîn 4 hezar 600 leşkerên amerîkî ji bo perwerdekirina leşkerên artêşa Iraqê û hêzên pêşmergeyan li Iraqê ne. Bihatina leşkerên nû wê hejmara leşkerên amerîkî yên li Iraqê 5 hezaran bihure.

    Bi heman mijarî:

    ‘Hebûna leşkerên amerîkî yê li Raqayê ne meşrûye'
    Malbatên leşkerên amerîkî dest bi çûnê kir
    TAYBET-Rêdûr Xelîl: 'Leşkerên amerîkî nehatine û pêşmerge jî dê neyên'
    Moksova: "Dibe DAIŞê bi çekên kîmyewî êrişî leşkerên amerîkî kiribe"
    Etîketan:
    şerê li dijî daişê, artêşa iraqê, leşkerên amerîkî, heyder ebadî, iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de