02:27 17 Tebax 2017
Zindî
    Civîna Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê(MGK)

    Tirkiye: Armanca operasyonê ku em sînorên xwe ji YPG-PYDê paqij bikin

    © Foto: Cumhurbaşkanlığı / Yasin Bülbül
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6301

    Civîna Ewlekariyê ya Netweyî(MGK) ya Tirkiyeyê ya asayî bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hat lidarxistin. Piştî civînê MGKyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de teqez kir ku yek ji armancên operasyona Mertala Firatê, paqijkirina sînorî ji PYD-YPGê ye.

    Enqere - Serokkomaar Recep Tayyip Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, Wezîrê Parastinê Fikri Işik, Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag, Serfermandarê Giştî yê Sererkaniyê general Hulusi Akar, Fermandarên Hêzên û Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan general Yaşar Gul beşdarî civîna ku 6 saetan berdewam kir bûn.

    OPERASYONA MERTALA FIRATÊ

    Piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn û tê de hat teqezkirin ku Tirkiye dê li ser piştgirtina ASAyê berdewam be û wiha hat gotin: "Pêşketinên siyasî û leşkerî li herêmê bi hemû hûrgiliyên xwe hatine nirxandin. Du armancên sereke yên Operasyona Mertala Firatê hene ku ji bo rêgirtina li ber damezirandina korîdoreke terorê li ser sînorê me hatiye despêkirin. Yek; dabînkirina ewlekariya li ser sînorên me û parastina can û malê xelkê wê derê. Dudo; Paqijkirina sînorî ji hêmanên terorê yên DAIŞ, PYD û YPGê û ji bo parastina yekîtiya welatan, piştgiriya Artêşa Sûriyeyê ya Azad."

    HERÊMEKE EWLE LI BAKURÊ SÛRIYEYÊ

    Ji aliyê din ve, daxuyaniyê li ser herêma ewle û ya ji firînê re qedexe wiha got: "Careke din li ser herêma sînorî ya bakurê Sûriyeyê ku ji aliyê rêxistinên terorê ve tê bikaranîn û dibe sedema kêşeyên ewlehiyê û damezirandina 'herêmeke ewle ji terorê paqijkirî' û avakirina 'herêmeke ji firînê re qedexe' hat rawestandin."

    KIRARÊN ÎDARÎ YÊN ŞAREDARIYA DÊ BERDEWAM BIKIN

    Herwiha li ser qeyûman û şaredariyan wiha hat ragihandin: "Hat teqezkirin ku kirarên hiqûqî û îdarî yên li dijî wan şaredariyan tên kirin ên ku çavkaniyên dewlet û miletî di şûna kirina peywirên xwe yên pêwîst de ji bo piştgirtina çalakiyên terorê rast û di cih de hatine dîtin û ev kirar dê berdewam bikin."

    Ji aliyê din ve, di daxuyaniyê de biryar hat dayîn ku rewşa awarte berdewam bike.

     

     

    Bi heman mijarî:

    YPG: 'Tirkiye, hê jî êrişên xwe didomîne û agirbestê bin pê dike'
    YPG: ‘Tirkiye, kampên El Nûsrayê yên sînor diparêz e'
    YPG: Êriş ji aliyê Tirkiye û Reqayê pêk hat!
    YPG: ‘Tirkiye, cebilxane û milîtanan sewkî Ezazê dike'
    YPG: ‘Tirkiye, ji bo piştgiriya El Nûsrayê êrişî me dike'
    FLAŞ - YPG: "Tirkiye terorîstan derbasî Suriyeyê dike"
    Etîketan:
    herêma ji firînê re qedexe, ASA, DAIŞ, PYD, YPG, recep Tayyip Erdogan, Bakurê Sûriyeyê, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de