05:52 23 Hezîran 2018
Operasyon - artêşa tirk - leşkerên tirk - şer - pevçûn - leşker

Li Mêrdînê şer derket: Leşkerek birîndar bû

© Foto: Yeni Ozgur Politika
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li navçeya Stewrê ya bajarê Mêrdînê di navbera hêzên artêşa Tirkiyeyê û endamên PKKê de şer derket û encamê de leşkerek birîndar bû.

Navenda Nûçeyan — Li gorî agahîyên medyaya tirk li navçeya Stewrê ya bajarê Mêrdînê di navbera hêzên artêşa Tirkiyeyê û endamên PKKê de şer derket û di encamê de leşkerek birîndar bû û 5 PKKyî jî jiyana xwe ji dest dane. 

Hat diyar kirin ku bûyer di derdora saet 07.30ê de û gava ku leşkerên Tirk derketine operasyonê û rastî endamên PKKê hatine, qewimiye. Hat ragihandin ku di dema lihevrasthatinê de di navbera herdu aliyan de şer derketiye û di encama şer de leşkerek birîndar bûye û 5 endamên PKKê jî jiyana xwe ji dest daye.

Hat gotin ku leşkerê Tirk ê birîndar ji bo dermankirinê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

Operasyona li wê herêmê dewam dike.

Bi heman mijarî:

Li Dêrsimê şer derket rê ji çûnûhatinê re hate girtin
Li Şirnexê di navbera du malbatan de şer derket: Jinek ducanî jiyana xwe ji dest da
Li Dêrsimê di navbera PKKê û leşkerên tirk de şer derket
Li Wanê şer derket: Leşekerekî û cerdevanekî jiyana xwe ji dest da
Li 2 navçeyên Colemêrgê şer derket
Etîketan:
birîndarbûn, derketin, opersayon, şer, şervan, leşker, Artêşa tirk, Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê, PKK, Stewrê, Mêrdîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de