04:20 21 Îlon 2017
Zindî
    Şêwirmendê Rêberê Dînî yê Îranê Hesen Fîrûz Abadî

    Îran: Em ê Erebistana Siûdî ji ser rûyê erdê rakin

    Google.com
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5111

    Şêwirmendê Leşkerî yê Taybet ê Rêberê Dînî yê Îranê General Fîrûz Abadî got, eger bêhna Îranê teng bibe, ew ê Erebsitana Siûdî ji ser xerîteyê rake û gef xwarin ku pêwîst be, ew ê êrîş bikin.

    Navenda Nûçeyan — Ajansa ARNAyê ragihand ku Abadî li festîvala "Malik Eşter"ê ya ku îro hat lidarxistin axivî. Generalê îranî Erebistana Siûdî bi "komkujîkirina li dijî gel û zarokên Yemenê" tawanbar kir û wiha dewam kir: "Eger Îranê bixwesta destwerdanê di Yemenê de bike, dê ji roja pêşî de moşekên xwe bişandina wê derê."

    Herwiha Abadî diyar kir ku Îran komên çekdar perwerde dike û şêwirmendiyê dide wan û teqez kir ku Îran xwediya gotina dawî ye li herêmê û wiha got: "Divê gel hêza xwe li hundir xurt bikin."

    Generalê îranî teqez kir ku Erebistana Siûdî bi ti awayî ne di wê astê de ye ku gefan li Îranê bixwe lê ew dixwaze bi balafirên amerîkî û îsraîlê êrîş bike.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Di navbera Îran û Erebistana Siûdî de şerê sîberê derket
    Îran Erebistana Siûdî hişyar kir
    Îran hevdîtinên li gel Erebistana Siûdî qebûl nake
    Piştî Erebistana Siûdî Îran jî amadekariya koalîsyonekê dike
    Kurdistan û Îran li hev kir: Kurdistan wê 250 hezar warîl petrol bifroşe Îranê
    Îran: Em aramiya axa Kurdistan dixwazin
    Îran: 'Kurdistan bila petrola xwe ji axa me ve derbasî bazarên cihanê bike
    Etîketan:
    Xerîte, şer, ARNA, Fîrûz Abadî, Îsraîl, Amerîka, Erebistana Siûdî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de