09:52 24 Îlon 2017
Zindî
    Heyder el Ebadî

    Ebadî: Niyeta Kurdistanê tine ji Iraqê cihê bibe

    © AP Photo/ Stefan Wermuth
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 53 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî teqez kir ku niyeta Kurdistanê tine ku ji Iraqê cihê bibe û wiha dewam kir: "Serokê Herêma Kurdistanê dê serdana Bexdayê bike û em ê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj bikin."

    Bexda - Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîneke çapemeniyê de bersiva pirsyara serxwebûna Herêma Kurdistanê da û wiha got: "Ti niyeta Kurdistanê tine ku Iraqê cihê bibe û ez ji xwe dipirsim gelo ev çima dixwazin referandûmê pêk bînin?"

    Herwiha Ebadî axiftina xwe berdewam kir: "Serokê Herêma Kurdistanê dê serdana Bexdayê bike. Em ê operasyona rizgarkirina Mûsilê û pêwendiyên Bexda û Hewlêrê gotûbêj bikin."

    Ji aliyekî din ve, Ebadî teqez kir ku Tirkiye dê beşdarî operasyona Mûsilê nebe û wiha pê de çû: "Em dixwazin Tirkiye hêza xwe ji Iraqê bikişîne."

     

    Bi heman mijarî:

    Walîyê Mûsilê: "Serxwebûn mafê gelê kurd e"
    Barzanî: Wefa û bersiva herî baş serxwebûn e
    Serokê Goranê: "Referandum û serxwebûn mafê rewa yê kurdan e"
    Amerîka: Divê serxwebûn di rojeva her serokekî kurdan de be
    Baskan di rapirsîna giştî de serxwebûn xwest
    Tony Blair: Serxwebûn mafê gelê kurd e
    Kurd dê kîjanê hilbijêrin; federalî, konfederalî yan serxwebûn
    Etîketan:
    referandûma serxwebûna Kurdistanê, Serxwebûna Kurdistanê, operasyona Mûsilê, mesûd Barzanî, heydar ebadî, Hewlêr, Bexda, Tirkiye, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de