08:48 23 Îlon 2017
Zindî
    Welîd Mûellim

    Muelim dê demeke nêz de serdana Rûsyayê bike

    © AP Photo/ Andrew Kelly
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Balyozê Komara Erebî ya Sûriyeyê li Rûsyayê Riyad Hedad ji Spûtnîkê re ragihand ku çawa fersend çêbibe, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê dê serdana Moskovayê bike.

    Moksova - Hedad derbarê serdanê de wiha got: "Me li hev kir ku serdana Muelim di demeke nêzîk de pêk were. Em ê li rojeva karê herdû wezîran anku Sûriye û Rûsyayê binerin û dûre em ê dema jivanê diyar bikin".

    Herwiha balyozê sûrî teqez kir ku Amerîka naxwaze Rûsya bendên rêkeftina agirbestê ya Rûsya-Amerîkayê biweşîne ta ku ew biryar nebe biryareke navdewletî û wiha dewam kir: "Amerîka li dijî weşandina bendan bû ta ku nebe biryareke navdewletî."

    Hedad axiftina xwe wiha dewam kir: "Ev tişt jî dihesibe wek hewldaneke Amerîkayê ku ji berpirsyariyên xwe yên di rêkeftinê de bireve. Ti cidiyeta Amerîkayê tine û ew dixwaze fen û fûtan bike û demê bi dest bixîne."

    Wezareta Derve ya Rûsyayê îro tekstên rêkeftina Amerîka û Rûsyayê weşandibû û ji Amerîkayê dixwaze ku tevahiya rêkeftinên herdû aliyan eşkere bikin.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Çima Amerîka DAIŞê bombebaran dike, lê Rûsya nikare bike?
    Izvestiya: "Rûsya û Amerîka li Sûriyeyê li pey peymaneke nû ne"
    Rûsya: Amerîka sekna xwe ya di derbarê Sûriyeyê de her tim diguherîne
    Rûsya: "Amerîka, soza xwe ya li Sûriyeyê bi cih nayîne"
    Rûsya û Amerîka planên xwe yên rawestandina şerê li Sûriyeyê eşkere dikin
    Almanya:'Rûsya û Amerîka, dê îxlalên agirbestê yên Sûriyeyê vekolînin'
    Rûsya:'Amerîka, desthilatiya Sûriyeyê îxlal kir'
    Etîketan:
    rêkeftina agirbestê, Riyad Hedad, Welîd Muelim, Amerîka, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de