22:46 26 Îlon 2017
Zindî
    bejan Matur

    Bejan Maturê ‘’lêborîn’’ nexwest!

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 269 0 0

    Eşkere bû ku nivîsa ku du roj in li ser navê Bejan Maturê çerx dibe nivîsa Mehmet Sonmez e û heft heşt salên berê hatiye nivîsandin.

    Omer Faruk Baran

    Navenda Nûçeyan — Malpera nûçeyan rojnameyanewroz.net nivîseke bi tirkî bi navê ‘'Özür Dileriz'' (Em Lêborînê Dixwazin) bi wêne û navê şair-nivîskar Bejan Maturê weşand. Nivîs di du rojan de ji 11 heza caran zêdetir hat tikandin.

    Parlementerê HDPê yê Amedê Ziya Pir, rojnameger Fehim Işık jî di nav de gelek kesan li ser hesabên xwe yên Facebook û Twitterê nivîs belav kirin.

    Bes nivîsa ku li ser navê Bejan Maturê belav dibû û wek nivîseke nû hatibû servîs kirin, heft heşt salên berê bi qelem û klavyeya Mehmet Sonmez hatibû nivîsandin.

    Bejan Maturê ji Sputnik Kurdistanê re ragihand ku wê fehm nekiriye çi diqewime û kiriye nekiriye xwe negêhandiye edîtorên malperê; herwiha diyar kir ku parêzerê wê ji bo sûcdarkirina malperê dê serî li dadgehê bide.

    SONMEZ: MIN EV NIVÎS BERÎ HEFT HEŞT SALAN NIVÎSIYE

    Xwediyê nivîsê Mehmet Sonmez jî li ser nivîsê taybet ji Sputnik Kurdistanê re axivî. Sonmezî got: ‘'Ev nivîsa ku min heft heşt salên berê nivîsandibû serê hinekan êşandiye. Ji herkesî lêborînê dixwazim, ji Bejan Xanimê jî lêborînê dixwazim. Cerku min ev nivîs nivîsandiye bi dehan caran di dehan malperan de ew nivîs li ser navê nivîskarên din û kesên din belav bû. Nizanim kî, çima wisa dike. Hin kes nivîsa min a ku li ser navê hinek kesên din tê weşandin carna ji min re dişînin û dibêjin ‘Ka bixwîne, çi nivîseke xweş e!' Bi rastî tiştekî ecêb e, lêborînê dixwazim''

    Di nivîsa ku bi tirkî hatiye nivîsandin de Sonmez ji ber ku bawerî bi tirkan aniye ji wan lêborînê dixwaze. Edîtorên malpera rojnameyanewroz.net heta vê saetê jî hê nivîs ranekirine û ji kesî lêborîn nexwestine.

     

    Bi heman mijarî:

    Li taxên Elewiyan nivîsa "Rojiyê bigirin kafirno" hate nivîsandin
    Nîjadperestan li ser eniya keça kurd "T C" nivîsandin
    Yuksekdag: ‘Destana berxwedana jinê li Silopiyayê hat nivîsandin’
    3 hezar û 500 xortên Başûrî navê xwe ji bo pêşmergetiyê nivîsandin
    Destûra Herêma Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin
    Etîketan:
    nivîskar, lêborîn, nivîs, Mehmet sonmez, Amedê Ziya, Fehim Işık, Bejan Matur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de