17:48 23 Îlon 2017
Zindî
    mitînga HDP - DBP - KCD - KJA li Amedê

    Ji %85ê Kurdan dixwazin vegerin ser pêvajoya çareseriyê

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2720

    Navenda Lêkolîn a Siyasî û Civakî (SAMER) li 16 bajarên girêdayî du herêmên Kurdan li ser hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmehê, destwerdana leşkerî ya Sûriuyeyê û rewşa şer a heyî lêpirsînek lidar xist û encama wê lêpirsîna xwe weşand.

    Navenda Nûçeyan — Di wê lêpirsîna ku di navbera 31ê Tebax û 7ê Îlonê de hatiye lidarxistin de tê dîtin ku ji sedî 23.2yê gelê herêma Kurdan hewldana derbeyê wek armanca ‘bidestxitina Hikumetê û Serokomariyê' dinirxîne û ji sedî 21.7ê gel jî vê pêvajoyê wek ‘lîstekekê' dibîne.

    ‘JI SEDÎ 85Ê KURDAN DIXWAZIN VEGERIN SER PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ'

    Ji sedî 49.9ê beşdarvanên lêpirsînê li dijî ragihandina Rewşa Awarte derdikevin, ji sedî 33.4ê wan jî Rewşa Awarte wek gaveke pêwîst dinirxîne. Li gorî encamên lêpirsînê ji sedî 85ê Kurdan tînin ziman ku ew ji siberoja Tirkiyeyê bi endîşe ne û dixwazin dîsa vegerin ser pêvajoya çareseriyê. Ji sedî 85.4ê beşdarvanên ku dibêjin em dengê xwe didin HDPê, ji bo pirsa ‘hûn destwerdana leşkeriya Tirkiyeyê ji bo Sûriyeyê dipejirînin?' bersiva ‘na' didin.

    ‘PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN PIRSGIRÊKA KURD E'

    Her wiha ji sedî 47.4ê beşdarvanên lêpirsînê ji pirsa ‘gelo li gorî we pirsgirêka herî mezin ya Tirkiyeyê çi ye?' dibêjin pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê, pirsgirêka Kurd e.

    Dîsa rêjeya beşdarvanên ku bersiva pirsa ‘îro hilbijartin bibe hûnê denge xwe bidin kîjan partiye?' didin wisa ye: %50 HDP, %23 AKP, %2,9 CHP, %1,1 MHP.

    Bi heman mijarî:

    Li Pirsûsê 15 meleyên kurd ji kar hatin dûrxistin
    Firat: `Erdogan ji bo berjewendiya xwe pêvajoya aşitiyê xist bin lingan`
    Yildirim: " Me pêvajoya çareseriyê qedandiye"
    Gelo pêvajoya çareseriyê dê dîsa dest pê bike?
    Demîrtaş: "Ocalan gotibû heke pêvajoya çareseriyê biqede wê derbe bibe"
    Etîketan:
    vegerîn, xwestin, encam, lêpirsîn, pêvajoya çareseriyê, Navenda Lêkolîn a Siyasî Civakî (SAMER), Rewşa Awarte, CHP, MHP, AKP, HDP, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de