13:56 26 Îlon 2017
Zindî
    HDP-Selahattin Demirtaş

    Demirtaş: Dibe ku di rojên pêş de HDPê bigirin û parlamenteran desteser bikin

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9510

    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş got: "Di rojên pêş de dibe ku li hemberî partiya me û parlamenterên me hewldan çêbibin. Dibe desteserkirin, zeftkirin, anîna bidarê zorê û heta girtin jî tê de hin dînîtî çêbibin. Nîqaşên ji vê wêdetir jî tên kirin ku gelo dibe li hemberî HDPê dozeke girtinê bê vekirin".

    Navenda Nûçeyan — Demirtaş û şandeya HDPê di çarçoveya serdana xwe ya Brukselê de bi Serokê Parlamena Ewropayê (PE) Martin Schulz re hevdîtinek pêk anîn. Piştî hevdîtinê Demirtaş ji daxuyaniyê re axivî û diyar kir ku dibe di demeke nêzîk de li hemberî partiya wan û parlamenterên wan hin hewldan çêbibin ku di asta dînîtêyê de bin. Demirtaş wiha axivî: "Dibe desteserkirin, zeftkirin, anîna bidarê zorê û heta girtin jî tê de hin dînîtî çêbibin. Nîqaşên ji vê wêdetir jî tên kirin ku gelo dibe li hemberî HDPê dozeke girtinê bê vekirin. Ev hemû dînîtiyên mezin in."

    Demirtaş destnîşan kir ku ew ji ber hewldanên li Tirkiyê diqewimin di nava metirsiyê de ne û rêvebiriya welêt li muxalefetê guhdar nake, guhê xwe ji pêşniyarên muxalfetê re digire. Nirxandinên Demirtaş wiha berdewam kir:

    ‘DIBE DESTESERKIRIN, ZEFTKIRIN, ANÎNA BIDARÊ ZORÊ Û HETA GIRTIN JÎ TÊ DE HIN HEWLDANÊN DÎNÎTÎ ÇÊBIBIN'

    "Di rojên pêş de dibe ku li hemberî partiya me û parlamenterên me hewldan çêbibin. Dibe desteserkirin, zeftkirin, anîna bidarê zorê û heta girtin jî tê de hin dînîtî çêbibin. Çawaku tayinkirina qeyyûman ji bo şaredariyên me, girtina şaredarên me, jikardûrxistina wan, 165 rojin girtina Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek, dernexistina beriya dadgehê. Ev hemû nîşan didin ku dema di eniya demokrasiyê ya Tirkiyê de berxwedaneke mezin nebe, heta li qada navdewletî jî piştevaniyeke demokratîk a xurt nebe Tirkiyê wê xwe nikaribe ji çûna felaketê rizgar bibe. Ya li fêdeya Tirkiyê ew e ku di rêya demokrasiyê de pêş bikeve".

    ‘SEROKWEZÎR Û SEROKOMAR DI RÊVEBIRIYA WELÊT DE PARLAMEN BÊBANDOR HIŞTINE'

    Selahattin Demirtaş
    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    "Em bi rastî jî ji ber pêşketinên derbarê Tirkiyê de metirsîdar in. Li welêt rêvebiriyek heye ku li muxalefetê guhdar nake û guhê xwe ji pêşniyarên muxalefetê re girtiye. Serokwezîr û Serokomar di rêvebiriya welêt de parlamen bêbandor hiştiye. Parlamen kar nake û em ji derbarê welatê xwe de metirsîdar in. Şenseke mezin bû ku ji hewldana derbeyê hatibû filîtin. Lê vê qenciya Xwedê ne li gorî berjewendiyên Tirkiyê, li ji bo berjewendiyên xwe dixwaze, ji bo berjewendiyên AKPê bide xebitandin û vê jî bi awayekî gelekî xeter dike. Di vê mijarê de peywîra me heye ku Tirkiyeya endamê YEyê rexne bikin, bikişînin rêya rast û li ser hikûmetê fişarê çêbikin. Nikarin li hemberî van tiştan bibêjin ku ev karê hundirîn ên Tirkiyê ne.

    Pêşketinên li Tirkiyê bi taybetî yên piştî derbeya 15ê Tîrmehê. PE van hemûyan ji nêz ve dişopîne. Ez wisa di zanim ku wê di demeke nêz de şandeya raportör a Tirkiyê jî serdaneke nû ya Tirkiyê bike û rewşê li ciyê cî bibînin.

    ‘PE DIKARÊ DERBARÊ PÊVAJOYA AŞTIYÊ YA LI TIRKIYÊ ÎNÎSIYATÎFÊN FERMÎ PÊŞ BİXE'

    Din ava hemû saziyên Ewropayê de PE saziya herî zêde pêvajoya Tirkiyê ji nêz ve dişopîne û bi baldorî dişopîne û dixwaze fam bike. Em dixwazin vê hinekî din berbiçav bike. Mînak, derbarê pêvajoya aştiyê ya Tirkiyê, pêvajoya çareseriyê de PE bi awayekî fermî înîsiyatîfan bistîne. Komên li parlamenê di nava xwe de dikarin derbarê çawaniya vegera pêvajoya aştiyê, vegera agirbestekê divê komîsyonekê ava bike û, dikare tenê karê wê ev be, dibe ku dema pêvajoya aştiyê destpê bike vê pêvajoyê bi awayekî fermî bişopîne. Me ji cenabê serok re fikrên xwe yên derbarê vê mijarê de aşkere kir. Jiber ku pevçûna li Tirkiyê, taktîka şer a Erdogan û AKPê, stratejiya dahatuyeke li ser vê avakirî. Him Tirkiyê, him Sûriyê û Iraqê Herêmên Kurdistanê bêaram dike. Ev bêaramî weke pirsgirêka ewlekariyê dizîvire noqteyên herî dûr ên Ewropayê, weke krîza penaberan dizîvire.

    ‘XELEKA PÊŞÎN A ÇARESERIYA GILOKA PISRGIRÊKÊN BÛNE GRÎFT, BÛNE GILOK PÊVAJOYA AŞTIYÊ YA LI TIRKIYÊ YE'

    Xeleka pêşîn a çareseriya giloka pirsgirêkên bûne grîft, bûne gilok, a miftê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê ye. Piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê, qedexeya îşkenceyê, binpêkirina xala dadgehkirina dadwerane, binpêkirinên mafê jiyanê, çewisandinên giran ên li ser çapemeniyê, qedexeya xwepêşandanê, girtinên bêmaf, tesfiyeyên ji dewletê. Bi tevlêkirina kurd û aliyên çep re birêvebirina programa tesfiyekirineke berfireh a di dewletê de. Ev hemû ji hêla PEyê jî ji nêz ve tên şopandin.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: Amadekariya girtina parlamenteran destpêkir
    Parlamenterê berê yê HDPê Halil Aksoy hate girtin
    Parlamenterê HDPê: "Şaredariyên me ji hêla korsanên çînî ve hatin dagirkirin"
    Heyeta HDPê sibê serdana Kurdistanê dike
    Dozgeriyê bang li parlementera HDPê Huda Kaya kir
    Dozgeriyê bang li 2 parlementerên HDPê kir
    Etîketan:
    hewldana derbeya 15ê Tîrmehê, girtin, pêvajoya çareseriyê, Parlamena Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê (YE), DBP, AKP, HDP, Selahattin Demirtaş, Martin Schulz, Recep Tayyip Erdogan, Belçika, Herêma Kurdistanê, Bruksel, Sûriye, Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de