08:07 24 Îlon 2017
Zindî
    binçavkirin-girtin

    Li Xinûsê 10 kes hatin girtin

    © Foto: © AA/ Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Hat ragihandin ku li navçeya Xinûsê ya Erziromê 10 kesên ji wan 34 kesên ku hatibûn desteserkirin, hatin girtin.

    Navenda Nûçeyan — Li navçeya Xinûsê ya Erziromê leşkerên Tirk di 20ê Îlonê de bi ser malan de girtibûn û di wan serdegirtina malan de 34 kes desteser kiribûn.

    Li gorî agahiyên hatin bidest xistin ji wan 34 kesên ku 7 roj berê hatibûn desteserkirin jê 24 kes serbest hatin berdan û ji wan 10 kes jî hatin girtin. Hat diyar kirin ku duh 22 kes li dozgeriyê serbest hatin berdan û 2 kesên bi navê Mensur Kuçukkarga û Turan Oruç ên ku di heman demê de nûçegihanên DÎHAyê ne jî îro serbest hatin berdan.

    Navê wan 10 kesên ku bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê' û ‘propagandaya rêxistinê kirine' hatin girtin jî wisa hat diyar kirin: Serhat Akduman, Enes Akduman, Harun Gul, Harun Sonmez, Ramazan Taş, Murat Kalkan, Yilmaz Gulçiçek, Baver Fırat, Selahattin Handanoglu û Serhat Çetin Kaya.

    Hat hîn bûn ku wan 10 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê.

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê 7 mamoste hatin girtin
    Li Êlihê operasona siyasî: 24 kes hatin girtin
    Rêvebirên DBPê jî di nav de 5 kes hatin girtin
    2 kesên ku tayîn kirina kayuman protesto kiribûn hatin girtin
    Derbarê êrîşa Elezîzê de 4 kes hatin girtin
    Etîketan:
    serdegirtina malan, desteserkirin, girtin, DÎHA, Girtîgeha Tîpa H a Erziromê, Yilmaz Gulçiçek, Ramazan Taş, Serhat Akduman, Turan Oruç, Mensur Kçukkarga, Erzirom, Xinûs
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de