11:42 24 Îlon 2017
Zindî
    komeleya mafên mirovan-amed-îhd

    Komeleya Mafên Mirovan li hember rewşa awarte kampanyaya îmzeyê da destpêkirin

    © Foto: tiwitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Komeleya Mafên Mirovan bi daxuyaniyeke çapemeniyê di derbarê rewşa awarte de rexneyên xwe anî ziman û xwestin rewşa awarte yekser bidawî bibe.

    Navenda nûçeyan —  Di civîna ku li Amedê de hate lidarxistin de Serokê Komeleya Mafên Mirovan ê Diyarbekirê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku wan bo ku dema rewşa awarte neyê dirêjkirin kampaniya îmzeyê dane destpêkirin.
    Komeleya Mafên Mirovan bi daxuyaniyeke hemdemî li Diyarbekirê û tevahiya Tirkiyê kampanya ya îmzeyan da destpêkirin. Bi kampanyayê tê armanckirin ku dema rewşa awarte ya ku piştî hewldana derbeya leşkerî hat ragihandin neyê dirêjkirin û êdî ev rewş bi dawî bibe.

    BAJARÊN KURDA BÛYE GIRTÎGEHEKE SERVEKIRÎ

    Derheqê kampanyayê de, Serokê Komeleya Mafên Mirovan ê Diyarbekirê Racî Bîlîcî amaje kir ku, wê kampanya îmzeyan bibin hemû saziyên sivîl û paşê jî îmzeyên ku hatine komkirin, bişînin meclisê.
    Racî Bîlîcî bi taybetî bang li Partîya Komarî ya Gel (CHP) kir ku, di mijara dirêjnekirina rewşa awarte berpirsiyariya xwe ya muxalifetê bi cîh bîne.
    Bîlîcî diyar kir ku ji ber rewşa awarte û qedexeyan bajarê kurdan bûye mîna girtîgehên servekirî û xwest ku ev rewşa antî demokratîk bê bidawîkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    NY hişyarî da Tirkiyeyê: Rewşa Awarte be jî mafên mirovan biparêze
    Komîserê Mafên Mirovan ê NYyê: Divê daxwaza tolhildanê ya Tirkiyê bê sekinandin
    Fransayê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (HMME) da sekinandin
    HRW: Rewşa Awarte ya Tirkiyeyê nikarîbû mafên mirovan biparêze
    'Di têkoşîna li dijî FETO de mafên mirovan nayên binpêkirin'
    Kurtulmuş: "Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hat cemidandin"
    ÎHD û TÎHV : Bila dewlet li hember mafên mirovan baldar be!
    Etîketan:
    chp, kampanyaya îmzeyê, ohal, rewşa awarte, îhd, Racî Bilîcî, amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de