01:23 26 Îlon 2017
Zindî
    Xeta sînor

    YPG: Artêşa tirk 6 zarok û 3 jinên sivîl kuşt

    © Foto: Evrensel
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 98101

    Li gorî daxuyaniya YPGê artêşa tirk li Girê Spî gule bera ser sivîlan da û di encamê de 6 jê zarok, 3 jê jin bi giştî 9 sivîl hatin kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di malpera xwe ya fermî de diyar kir ku di 26ê Îlonê de artêşa tirk gundê Kuheyla yê girêdayî Girê Spî sivîl gulebaran kir. Li gorî daxuyaniya YPGê di encama vê gulebaranê de 6 jê zarok, 3 jê jin bi giştî 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

    Di heman daxuyaniyê de hatiye destnîşan kirin ku hêzên YPGê 4 kesên sivîl ji herêma gulebarana artêşa tirk derxistiye lê nekarîbûn xwe bigihînin cenazeyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane.

    Derbarê vê bûyerê de heta niha rayedarên dewleta Tirkiyê ti daxuyanî belav nekirine.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Tirk ji bo sînorê Sûriyeyê tank û wesayitên zirxî hatin şandin
    Artêşa Tirk gundên Kurdistanê bombebaran kir
    YPG: Artêşa Tirk êrişî ser gundê Kobanê kir
    Artêşa tirk êrîşî Rojava kir: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
    Artêşa Tirk êrîşê YPGê kir: 2 şervan birîndar bûn
    Artêşa tirk êrişî ser gel kir: Ciwanekî 17 salî hate kuştin
    Etîketan:
    birîndar, kuştin, gulebaran, zarok, jin, Artêşa tirk, YPG, Gundê Kuheyla, Girê Spî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de