09:49 24 Îlon 2017
Zindî
    Aleksey Puşkov

    ‘Hedefa sereke ya DYAyê têkbirina Esad e'

    © Sputnik/ Владимир Федоренко
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Serokê Komîteya Têkiliyên Derve yê Dumaya Dewleta Rûsyayê Aleksey Puşkov, ragihand ku armanca DYAyê ji çareseriyê bêhtir têkbirina Serokê Sûriyeyê Beşar Esad e.

    Navenda nûçeyan -  Puşkov beşdarî bernameyek Rossiya 1ê bû û derbarê rewşa şerê Sûriyeyê de hin nirxandin kir.
    Puşkov derbarê hebûna DYAyê ya li Sûriyeyê de wiha axivî: ‘Ez dibêjim ku di mijara stratejiya Sûriyeyê de serê DYAyê de tevlihev bûye. Ya rast ji ber ku ti stratejiya  DYAyê derbarê şerê Sûriyeyê tune bû rewş hate vî halî.'
    Puşkov behsa êrişên DAIŞê yên li welatên ewrûpî û Amerîkyayê û cîhanê kir û got ji ber berteka gelê cîhanê Washington li dijî DAIŞê şer dike. Herwiha bi Rûsyayê re jî têkiliyên dîplomatîk datîne.

    ‘DYA JI SALA 2011AN XISTIYE HIŞÊ XWE KU ESAD TÊK BIBE'

    Puşkov destnîşan kir ku DYA bi çend gavên li hember DAIŞê dixwaze peyama ‘DYA li hember DAIŞê şerekî mezin dike' bide.
    Puşkov amaje kir ku yek armancek DYAyê heye ew jî têkbirina Esad e û wiha pê de çû: ‘DYA ji sala 2011an xistiye hişê xwe ku Esad têk bibe. Yanî beriya ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê bike. Îro Washington bo ku vê armanca xwe veşêre manewrayên dîplomatîk dike. Dîplomasî armanca sereke ya armanca DYAyê vedişêre.'

    Bi heman mijarî:

    ‘Planên çekên kimyewî yê DYA yên li Ewrûpayê dibe sedema metirsiyan'
    'DAIŞê li dijî baregeha ku leşkerên DYA û Iraqê lê bûn êrîşa kimyewî pêk anî'
    NYT: DYA difikire ku li dijî DAIŞê bi awayekî rasterast çekan bide kurdan
    ‘DYA destûrê nade ku artêşa hevbeş a YEyê bê avakirin'
    Etîketan:
    Rossiya 1, armanca sereke, têkbirina esad, şerê sûriyeyê, Aleksey Puşkov, dya, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de