09:59 21 Îlon 2017
Zindî
    qereqol-leşkerên tirk-artêşa tirk-sînor

    2 zarok ji aliyê leşkerên tirk ve hatin kuştin

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 111 0 0

    2 zarok li ser sînorê di Rojava ji aliyê leşkerên tirk ve hatin kuştin. Hat gotin ku dayîka zarokan jî birîndar bûye.

    Serêkaniyê —  Li gorî agahiyên ji ANHAyê hatine girtin, jina bi navê Şaha Cedan û 2 zarokên xwe ku temênê wan di binê 5 salan de bûn, şeva din xwestin ji gundê Nistel a ku li başûrê rojavayê Serêkaniyê dikeve derbasî Tirkiyeyê bibin. Lê dayîk û herdu zarokên xwe rastî êrişa leşkerên tirk hatin û di encamê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan û dayik jî giran birîndar bûn.  
    Şervanên YPGê yên ku li herêmê digeriyan, rastî dayika birîndar û zarokên wê yên kuştî hatin. Şervanan yekser ew rakirin, nexweşxaneyê.
    Hat ragihandin ku rewşa dayikê baş e û ew hêj li nexweşxaneyê tê dermankirin.

    Bi heman mijarî:

    Medico: Leşkerên tirk malzemeyên ku bi dest dixin, dikin qenciya xwe û li gel belav dikin
    Li Dêrsimê di navbera PKKê û leşkerên tirk de şer derket
    YPG: Di gulebarana leşkerên tirk de şervanekî me jiyana xwe ji dest da
    YPG bersiv da êrişa leşkerên tirk: Leşkerek tirk hate kuştin
    Li Rojava hate îdiakirin ku sivîlek ji hêla leşkerên tirk ve hate kuştin
    Etîketan:
    zarokên kurd, sînor, leşkerên tirk, êriş, rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de