17:47 23 Îlon 2017
Zindî
    Operassyona 'Mertalê Feratê' - ASA

    ASAyê ala Amerîkayê şewitand û leşkerên Amerîkayê protesto kirin

    AA/Emin Sansar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Li Sûriyeyê leşkerên Amerîkayê yên ku di çarçoveya operasyona Mertalê Firatê de çûn bajaroka Mare ya li başûrê bajarê Azezê, ji aliye Eniya Şamê ya girêdayî ASAyê ve hatin protesto kirin. Di protestoyê de ala Amerîkayê hat şewitandin û hat xwestin ku leşkerên Amerîkayê ji Sûriyeyê derkevin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ASAyê hatin bidest xistin komek leşkerên girêdayî Fermandariya Hêzên Taybet ên Amerîkayê duh di saetên êvarî de di çarçoveya operasyona Mertalê Firatê de ji bo piştgiriya operasyona El Babê ya li bakurê Sûriyeyê çû bajaroka Marêyê ya li başûrê bajarê Azezê lê li vir rastî bertekên ASAyê hatin.

    Eniya Şamê ya girêdayî ASAyê ku piştgiriya Tirkiyeyê digire, gava ku hîn bû leşkerên Amerîkayê hatine bajaroka Mareyê li bajarokê dest bi protestokirina Amerîkayê kir. Bi qasî 100 milîtanên biçek ên Eniya Şamê di protestoyê de gelek caran li dijî Amerîkayê dirûşmeyên wekî "Kafirê kujer Amerîka, ji Sûriyeyê biceheme" hatin berz kirin. Di protestoyê de alayên Amerîkayê hatin şewitandin û milîtanan gelek caran tekbîr anîn.

    ‘EM AMERÎKAYÊ LI SÛRIYEYÊ NAXWAZIN

    Fermandarê Eniya Şamê Ebu Velîd di protestoyê de axaftinek kir û diyar kir ku ew Amerîkayê li Sûriyeyê naxwazin û got leşkerên Amerîkayê kafir in û ger em bi wan re bixebitin em ê jî bibin kafir. Velîd parast ku leşkerên Amerîkayê ji bo têkbirina operasyona Mertalê Firatê hewl dide.

    Tê zanîn ku di rojên borî de jî leşkerên Amerîkayê yên ku ji bo operasyona Mertalê Firatê çûbûn bajaroka El Raiyê ji aliye ASAyê ve hatibûn protesto kirin û ew leşkerên Amerîkayê bi zehmetî ji bajarokê derketibûn.

    Komên wekî Ahrar El Şarqiyye, Şoreşgerên Mareyê, Sukur Cebel û Suvvar Til Rifat ên girêdayî ASAyê ji berk u leşkerên Amerîkayê di operasyona Mertalê Firatê de cih digirtin, ji operasyonê vekişiyabûn.

    Bi heman mijarî:

    Milîtanên ASAyê bi heyraniya Polat Alemdar şerê DAIŞê dikin
    DAIŞê li Ezazê bi wesayita bombekirî êrîşî ASAyê kir
    ASAyê li dijî Taşlihoyuk a di bin kontrola DAIŞê de operasyon lidar xist
    ASAyê du navgînên DAIŞê ruxandin û 3 gund stendin
    3 Komên din ên ASAyê ji operasyonê vekişiyan
    Etîketan:
    ala Amerîkayê, şewitandin, protestokirin, Şoreşgerên Marê, Ahrar El Şerqiyye, Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA), Eniya Şamê, Ebu Velîd, El Raî, Mare, Azez, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de