17:44 23 Îlon 2017
Zindî
    kurd-zarok-rojava-

    Fewza Yûsiv: Projeya me ne projeyeke netewî ye

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Endama Komîteya Rêxistinî ya Federalîzmê Fewza Yûsiv diyar kir ku projeya wan ne projeyeke netewî ye, projeyeke erdnîgarî û civakî ye, ji ber vê yeke divê navê wê jî li gorî wê be.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên Kurdistan24ê Yûsiv li bajarê Amûdê li ser komcivîna dawî ya ji bo nîqaşên bendên Girêbesta Civakî ya Peragala Federalîzmê li herêma Rojava û Bakurê Sûriyeyê diyar kir ku projeya wan ne projeyeke netewî ye û got "projeyeke cografî û civakî ye, loma jî pêwîst e navê jî li gorî wê be. Dibe ku navê wê bibe Federalîzma Demokratîk li Bakurê Sûriyeyê, da ku hemû pêkhateyan li xwe bigire."

    Tê diyar kirin ku li gorî benden Girêbesta Civakî pergala nû wê li ser bingeha Rêveberiya Xweser û biryara gelan were avakirin û tê payîn ku endamên Encûmena Damezirêner a Pergala Federalîzmê di destpêka meha bê de sirûd, al û sond û navê projeya federalîzmê rabigihînin.

    Bi heman mijarî:

    Aldar Xelîl: Bila ENKS vegere Rojava û xebatên xwe bimeşîne
    Li Rojava sala nû ya perwerdeyê destpêkir
    Asayîşa Rojava ji bo serjimêriyê: Alîkariyê bikin
    Ciwanekî ji Rojava li Mêrdînê hate kuştin
    Birêveberiya Rojava bersiv da hikûmeta Sûriyeyê
    Etîketan:
    netewî, proje, Encûmena Damezirêner a Pergala Federalîzmê, Girêbesta Civakî, Endama Komîteya Rêxistinî ya Federalîzmê, Fewza Yûsiv, Amûdê, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de