12:34 25 Îlon 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    HIŞYARÎ – “Bila xwepêşandin nebe mijara bazara siyasî, divê peyameke çalakiyan hebe”

    © Foto: EVRO
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 660 0 0

    Partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ragihandin ku nerazîbûna xelkê ya li ser daxwazên wan rewa ne lê ew piştgirî nadin bûyerên tundiyê.

    Hewler — Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Ehmed Kanî ragihand ku divê xwepêşandanên mamosta û karmendan nebin sedema têkdana ewlekariyê û herwiha ti aliyek jî van xwepêşandanan neke mijara bazariya siyasî.

    Ehmed Kanî got, "Nayê qebûlkirin ku berê xwepêşandanan bêguhertin. Divê xwepêşandan 50 roj jî berdewam nebin. Divê peyameke çalakiyan hebe. Jiber ku Kurdistan ji pêvajoyek hestyar re derbas dibe."

    Berpirsekî ji endamê serkirdetiya PDKê jî ragihand ku ji bo di dema xwepêşandanan de avahiyên partiya wan nebin amanc, hişyarî dane hemû partiyan.

    Hate gotin ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji hemû rêxistinên PDKê yên nav sînorê Silêmaniyê re giştînameyek şandiye û gotiye, "Heta êrîş li dijî we nebe, ti tevgerekî nekin û tenê parastina xwe bikin."

    Li gorî agahiyên Rûdawê, PDKê ji Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran û herdu partiyên Îslamî Yekgirtû û Komel re gotiye ku eger ti êrîşek li dijî avahiyên partiya wan bê kirin, ew dê ewlekariya rêxistina wan a li Hewlêr û Duhokê jî neparêzin.

    Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî jî ji Rûdawê re diyar kir, "Tevgera Goran ligel hemû rêxistinên xwe civîn pêk aniye û daxwaz kiriye ku xwe ji bûyerên tundutîjiyê dûr bigrin."

    Endamê Desteya Eniya Gel Awat Hesen jî daxuyand ku ji bo di dema xwepêşandanan de ti aloziyek rû nede, çi ji destê wan bê dê bikin.

    Berpirsê Rêxistina Silêmanî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Osman Karwanî jî got, "Em piştgirî nadin bûyerên dijwariyê. Derbirîna nerazîbûnan û xwepêşandana ji bo mafên wan, mafê rewa yê gel e."

    Endamê serkirdetiya Komela Îslamî ya Kurdistanê Yasîn Hesen jî diyar kir ku pêwîste di vê pêvajoyê de destkeftiyên Kurdistanê bên parastin û pirsgirêk ne bi rêya dijwariyê, lê bi rêya diyalogê bên çareserkirin.

    Jiber sîstema paşketina meaşan îro di serî de li Silêmaniyê, li bajar û navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê mamosta û karmendên hikûmî xwepêşandanan dikin.

    Ji ber krîza darayî, hikûmeta Herêma Kurdistanê ji sedî 30 heta 70 meaşên karmendan biriye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Kurdistan, Amerîka û Iraqê li ser operasyona Mûsilê li hev kirin
    Spûtnîk Kurdistan Cejna We ya Qurbanê Pîroz Dike!
    Demirtaş: Kurd im, welatê min Kurdistan e, zimanê min kurdî ye
    Hereketa Azadî: Kurdistan ya Kurdistaniyan e
    Etîketan:
    YNK, Xwepêşandan, PDK, Şoreş Hacî, Ehmed Kanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de