04:34 21 Îlon 2017
Zindî
    Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Dûran Kalkan

    Duran Kalkan: Gelek hêz daxwaza agirbestê li me dikin

    © Foto: ANF
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8610

    Rêveberê PKKê Dûran Kalkan got ku ji meha adarê û vir ve gelek hêz daxwaza agirbestê ji wan dikin. Kalkan diyar dike em her wext ji wan re dibêjin ku ‘Me şer nedaye destpêkirin'. Li gorî nirxandina Duran Kalkan ev hêzana nikarin AKPê îqna bikin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ANFê Endamê Komîteya Rêveber ê PKKê Dûran Kalkan di hevpeyvîna xwe a li gel televizyona MED Nûçeyê de derbarê pêşketinên dawî de nirxandin kir. Kalkan behsa şerê di navbera hêzên xwe û artêşa tirk de dike û dibêje ku hikûmeta AKPê li hemberî wan û civaka kurd şerekî psikolojik dimeşîne. Li gorî nirxandina Kalkan hevdîtina bi Serokê PKKê Abdullah Ocalan re jî di vê çarçoveyê de pêk hatiye.

    Nirxandina Duran Kalkan a di vê mijarê di wiha ye: "Di 11ê Îlonê de dema ku Rêber Apo hevdîtin bi birayê xwe re dikir, ji bo 24 şaredariyên DBPê qayyûm tayin kirin, şaredarî hatin dagirkirin. Şaredariyên ku bi hilbijartinan hatine diyarkirin û yên vîna gele kurd hatin xesbkirin. Şaredar û endamên meclîsan ên hatine hilbijartin hatin avêtin, li şûna wan ji hêla Wezareta Karê Hundir ve tayin hatin çêkirin. Li Kurdistanê hikûmeta AKPê serdestiya kesên tayinkirî li ser kesên hilbijartî berdewam dike. Ji lawazkirina bertekên li hemberî tecrîda li Îmraliyê hate xwestin ku bibe amûra dagirkirina bi şaredariyan bi destên qayyûman. Ev, bixwe rêbazeke şerê taybet e."

    ‘NIKARIN AKPÊ ÎQNA BIKIN'

    Rêveberê PKKê Dûran Kalkan di hevpeyvîna xwe de aşkere kir ku ji meha adarê û vir ve gelek hêz daxwaza agirbestê ji wan dikin: "Ji Amerîkayê heta Ewropayê, ji rêvebiriya Başûrê Kurdistanê heta gelek hêzên din. Em ji wan re her wext dibêjin ku ‘me şer nedaye destpêkirin'. Rêber Apo jî got: ‘Me pêvajo bi dawî nekir. Em li ser paldank a xwe rûdinên ku li hêla din a maseyê ye. Hin kesên din mase qelibandin.' Me ji hemû hêzan re got. Lê nikarin vê bi AKPê bidin qebûlkirin."

    Abdullah Ocalan
    © Foto: Yeni Özgür Politika
    Kalkan ji bo bûyerên li Sûriyê diqewimin jî got ku hin hewldanên DYAyê û Rûsyayê hene lê heta niha tiştekî berbiçav derneketiye holê. Ji ber tiştekî berbiçav derneketiye holê jî tu sedem nîne ku pêbaweriyê bînin. Nirxandinên Duran Kalkan ên derbarê operasyona Mûsilê de jî wiha ne: "DYA ji vê vînê ket. Rûsya jî bi sere xwe nikare bike, ev cûre operasyon tenê Rûsya, DYA û Ewropa li hev bikin dikarin bikin. Ji bilî wê ne mimkun e. Di encamê de dema ku em lê dinêrin bingeha operasyonên Reqqa û Mûsilê ji hêla leşkerî û siyasî nîne."

    Bi heman mijarî:

    Duran Kalkan: Di pakêta Binali Yildirim de tiştekî nû nîne
    Kalkan: Pevçûnên li bajarên Kurdan ne polîtîkaya AKPê, ya MHP û CHPê ye
    Duran Kalkan: Kiliçdaroglu “sîxur” e
    Duran Kalkan: Rakirina parêzbendiyan wê dawiyê li siyasetê bîne
    Duran Kalkan: ‘Roketên ku DAIŞ diavêje Kilîsê yên îstîxbarata tirk (MÎT) in'
    Kalkan: ‘Hêrsa li Enqereyê, dibe ku hezar carî bê nîşan dan'
    Kalkan: ‘Eger berxwedanek wê were dayîn, ew berxwedan jî wê îro be'
    Etîketan:
    şer, agirbest, Televîzyona Med Nûçe, ANF, AKP, DBP, PKK, Recep Tayyip Erdogan, Abdullah Ocalan, Duran Kalkan, Sûriyê, Grava Îmraliyê, DYA, Rûsya, Ewropa, Başûrê Kurdistanê, Amerîka, Reqa, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de