11:37 24 Îlon 2017
Zindî
    Alaya Îranê

    Îran: Me bi hezaran belgenameyên leşkerî yên Amerîkayê bidest xistin

    © Fotolia/ Borna_Mir
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Îranê daxuyand ku bi riya leşkerên Amerîkayê yên ku di meha rêbendanê de desteser kiribûn, bi hezaran belgeyên leşkeri yên Amerîkayê bi dest xistine.

    Keştiya Amerîka
    © Flickr/ © Flickr/ Official U.S. Navy Page
    Navenda Nûçeyan — Yek ji Fermandarên Pasdarên Îranê General Ali Razimci rojek berê ji bo rojnamegeran daxuyand ku wan bi riya leşkerên Amerîkayê yên hatibûn desteserkirin, dest dane ser bi hezaran belgenameyên Amerîkayê. Razimci di derbarê naveroka belgenameyan tu daxuyanî neda.

    Îranê di meha rêbendanê de li Bendava Korfezê bi hinceta ku sînorê wan ê behrê derbas kir, 2 keştiyên biçûk û 10 leşkerên Amerîkayê desteser kiribûn. Îranê dîmenên gava ku wan leşkeran desteser dikirin di televîzyonê de weşandibû û diyar kiribû bûyerek bi şaşî qewimiye û ji be rvê yekê Amerîkayê lêborîn ji wan xwestiye. Îranê piştî 16 saetan yek jê jin wan 10 leşkerên Amerîkayî serbest berdabûn.

    Tê ragihandin ku di van demên dawiyê de li Bendava Korfezê di navbera Îran û Amerîkayê de gelek caran alozî derdikeve. Îran diyar dike ku keştiyên şer ên Amerîkayê qada serweriya wan tehdit dike, Amerîka jî diparêze ku Pasdarên Îranê bi awayekî metirsî keştiyên Amerîkayê tacîz dike.

    Bi heman mijarî:

    Îranê dest bi bikaranîna kartên qirêdiyê kir
    Îranê projeya perwerde ya zimanê Kurdî pêk neanî
    Li Îranê çixare hat qedexekirin
    Îranê di derbarê 'agirbesta li Sûriyeyê' de daxuyanî da
    Wezîrê Îranê Cewad Zarîf diçe Amerîkayê
    Etîketan:
    bi hezaran, bidestxistin, leşkerî, Belgename, Pasdarên Îranê, Ali Razimci, Bendava Korfezê, Amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de