04:18 21 Îlon 2017
Zindî
    hewldana derbeyê

    87 endamên MİTê ji kar hatin avêtin

    © AP Photo/ Emrah Gurel
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Di çarçoveya operasyona lêpirsîna FETO/PDYê de 87 endamên MİTê ji kar hatin avêtin û hat diyar kirin ku giliyê 57 kesên ji wan 87 kesan li dozgeriyê hat kirin

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin di Rêxistina Îstîxbarata Netewî (MÎT) de lêpirsîna 100 kesên ji wan 141 kesên ku piştî hewldana derbeyê bi hinceta ku têkiliya wan bi FETOyê re heye, ji kar hatibûn dûrxistin, bi dawî bû.

    87 kesên ji wan 100 kesên ku ji kar hatibûn dûrxistin û lêpirsîna wan hetibû bidawî kirin, bi biryarnameya di hukmê yasayê de ji kar hatin avêtin. 87 kesên ku ji kar hatin avêtin êdî nikarin di saziyeke din a dewletê bixebirin.

    Li gel vê yeke hat diyar kirin ku li gorî encamên lêpirsînê û delîlên li ber destan giliyê 52 kesên ji wan 87 kesan li dozgeriyê hatiye kirin.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Kar aşkere kir: Ji ber ‘têkiliya bi PKKê re' wê karmend ji kar bêne avêtin
    Êdî meleyên kurd jî ji kar tên avêtin
    Bi giştî 8 hezar û 330 mamoste ji kar hatin dûrxistin
    Li Dêrsimê 418 mamoste ji kar hatin dûrxistin
    Li Êlihê 136 karmend ji kar hatin avêtin
    76 hakim û serbazên leşkerî ji kar hatin avêtin
    Etîketan:
    dozgerî, gilî, lêpirsîn, ji kar hatin avêtin, Rêxistina Îstîxbaratê ya Milli (MÎT), FETO
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de