21:13 26 Îlon 2017
Zindî
    İbrahim Kalin

    Kalin: Tekane alternatîf herêma ewlehiyê ye

    © Flickr/ AA/ Dilek Mermer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê İbrahim Kalin got "di vî şerê 5 salên dawiyê yê li Sûriyeyê de tiştê ku em hîn bûn ew e ku ji bo rawestandina rûxandina bajaran û herikandina penaberan ji bo Tirkiyeyê û welatên din tekane alternatif pêkanîna herêma ewlehiyê ye."

    Navenda Nûçeyan — Kalin di rojnameya Daily Sabahê de gotareke bi sernavê "Herêmên Ewlehiyê wê Jiyanê û Mirovahiya me Rizgar Bike' nivisî û di gotara xwe de anî ziman ku bangewaziya Tirkiyeyê ya ji bo pêkanîna herêmên ewlehiyê li Sûriyeyê lezgîn û xelaskarê jiyanê ye.

    Kalin di nirxandina xwe de îdia kir ku herêmên ewlehiyê wê ji bo gelê Sûriyeyê bide nişan ku ew ne bi tenê ne û civaka navneteweyî ji bo parastina wan li vir e û bi vî awayî hêviya wan wê xurt bibe. Berdevk Kalin derbirî ku ev yeka tevlê Amerîka û Ewropayê wê li gorî berjewendiyên hemû aliyan be.

    Kalin ji bo herêmên ewlehiyê diyar kir ku wê hejmara penaberan kêm bikin û got "wê sivîlan biparêzin, wê zorê bidin (Serokdewletê Sûriyeyê Beşar) Esad ku li ser maseyê rûne, wê komên mixalîfên nerme li hemberî rejîmê û DAIŞê bi hêz bike û wê heta cihekî hevsengiya şerê li Sûriyeyê pêk bîne."

    Bi heman mijarî:

    Kalin: "Erdogan bi Pûtîn û Obama re dîsa mijara Helebê axivî"
    Kalin: Me Rûsya û DYA agahdar kir
    Kalin: Armanca Tirkiyeyê ew e ku hemû sînor ji YPGê paqij bike
    Kalin di derbarê îadekirina Gulen de got: Em ne tolhildanê, em edaletê dixwazin
    Etîketan:
    tekane, alternatîf, herêma ewlehiyê, Serokdewletê Sûriyeyê, rojnameya Daily Sabahê, Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê, Beşar Esad, İbrahim Kalin, Ewropa, Amerîka, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de