14:39 22 Îlon 2017
Zindî
    Velîd Muallîm

    Moskova li bende Wezîrê Karê Derve yê Sûriyê ye

    © Sputnik
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov diyar kir ku ew li bende serdana Wezîrê Karê Derve yê Sûriyê Welîd Muallim a Moskovayê ne.

    Moskova — Bogdanov ji Sputnikê re daxuyand ku "Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey) Lavrov û Muallim li New York ê hatibûn ba hev. Lê şêweya vê hevdîtina li vir ji bo nîqaşeke kûr ne guncav bû. Vexwendname ya vekirî ya Muallim heye ku serdana Moskovayê bike. Em her wext li benda wî ne."

    Lavrov û Muallim li bajarê New York ê DYAyê,di 23ê Îlonê de hatibûn ba hev ku ji bo civînên Lijneya Giştî ya NYyê li wî bajarî bûn. Ev hevdîtin di demeke wisa de pêk hatibû ku piştî hevpeymana di bin serokatiya DYAyê çeperên artêşa Sûriyê yên nêzîkî Dêra Zorê bombebaran kiribû û nêzîkî Helebê êrîş biribû ser karwaneke alîkariya mirovî û plana agirbesta Rûsya û DYAyê li ber têkçûnê bû.

    Bi heman mijarî:

    Vladîmîr Pûtîn: 'Rûsya ji aliyê leşkerî ve piştgiriya hikûmeta Sûriyayê dike
    Caferî: Hikûmeta Sûriyeyê dê dîsa tevahiya Helebê kontrol bike
    Etîketan:
    agirbest, Sputnik, Lijneya Giştî ya NYyê, Sergey Lavrov, Mihail Bogdanov, Welîd Muallim, Dêra Zorê, Heleb, DYA, New York, Moskova, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de