21:50 25 Îlon 2017
Zindî
    Viyan Dexîl

    Parlementoya Iraqê ji parêzgehbûna Şingalê re got: Na!

    © Foto: PNA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Parlementoya Iraqê îro di rûniştekê de pêşniyara parêzgeha Nînewayê ku Şingal jî beşek jê ye, li gorî etnîsîte û olan bê dabeşkirin nepejirand.

    Şîngal — Hinek siyasetmedarên iraqî xwest ku parêzgeha Nînewayê ku Mûsilê navenda wê ye û Şingal jî navçeya wê ye, li gorî etnîsîte û olan li ser 6 an 8 parêzgehan bê dabeşkirin ku di encamê de bû sedema nîqaşan.

    Televizyona Iraqê ya fermî ragihand ku parlementoya Iraqê duh biryar da ku parêzgeha Nînewayê li gorî sînorên xwe yên berî ketina Sedam(2003an) bimîne û dabeşkirina wê qebûl nekir.

    Ji aliyê din ve, Parlementera kurd a êzîdî Viyan Dexîl di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku heta birêveberiya nû û cuda li parêzgeha Nînewayê neyê damezirandin, êzîdî dê venegerin bajarê xwe.

    Dexîl teqez kir ku hemû pêkhatiyên li Nînewayê dijîn dixwazin parêzgeheke cuda bê damezirandin û encex eger tiştekî wiha bibe, ew ê vegerin bajarên xwe.

    Bi heman mijarî:

    Viyan Dexîl: Şingal Kurdistanî ye û pêşmerge dê wê nedin Iraqê
    Viyan Dexîl xelata mafên mirovan wergirt
    Viyan Dexîl: Tenê Hikûmeta Kurdistanê arîkariya êzidiyan kiriye
    Viyan Dexîl: 5 hezar û 820 kurdên êzîdî di destê DAIŞê de bûn
    Clinton û Viyan Dexîl civiyan
    Etîketan:
    Êzidî, Parlementera kurd, Viyan Dexîl, şîngal, mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de