09:52 21 Îlon 2017
Zindî
    Sêrt

    Li Sêrtê êrîş

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 24610

    Li navenda bajarê Sêrtê êrîşek bi du roketan li ser navgîneke leşkerî pêk hat.

    Sêrt — Hat ragihandin ku îşev li dora saet 22:30ê li navenda bajarê Sêrtê, li taxa Çakmakê ya li nêzîkî Nexweşxaneya jinan û zarokan, di dema derbasbûna navgîna polîsan de êrîşek pêk hatiye.

    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, êrîş bi du roketan û dûre bi çekên lûledirêj pêk hatiye lê ti ziyan negihiştiye navgîna polîsan.

    Herwiha hat zanîn ku operasyonan li cihê bûyerê dest pê kiriye.

    Bi heman mijarî:

    SÊRT – Duh 110 lêpirsîn, îro şer: 6 kuştî 2 birîndar
    Etîketan:
    jin, zarok, leşker, Şer, êriş, sêrt
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de