16:29 25 Hezîran 2018
Şaredarî - kayyum - kayum

DBP giliyê qayûman li Dadgeha Bilind kir

Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Herêmên Demokrat (DBP) derbarê şandina qayûman ya bo şaredariyên DBPê serî li Dadgeha Bilind da.

Amed  — Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Herêmên Demokrat (DBP) derbarê şandina qayûman yên bo şaredarên DBPê serî li Dadgeha Bilind ya Amedê da.  Parêzeran li serlêdanan li ser navê hevşaredaran kirin.
Endama Komîsyona Hiqûqê ya DBPê Gulay Koca Ozturkoglu derbarê dozê de daxuyaniyek da û bal kişand ser zextên li ser partiya xwe û got gelek endam û rêvebirên wan jî girtî û desteserkirî ne.
Ozturkoglu bal kişand ser şandina qayûman û destnîşan kir ku hikumet bi van tevgeran dixwaze ku DBPê li derveyî siyasetê bihêle.
Ozturk amaje kir ku şandina qayûman di çarçoveya Rewşa Awarte de wek meşrû nîşan didin lê got ev yek ne yasayîye. 

‘SERLÊDANÊN ME WÊ BIDOM IN'

Ozturkoglu got wê têkoşîna wan ya hiqûqî berdewam bike û diyar kir ku bi şandina qayûman mafên şexsî yên hevşaredaran tê binpêkirin lewma jî wan li ser navê şexse şaredaran serî li Dadgeha Bilind daye.

GER TU ENCAM DERNEKEVE WÊ SERÎ LI DMMEyê BIDIN

Ozturkoglu diyar kir ku wan iro li ser navê hevşaredarên Kerboran û Nîsêbîna Mêrdînê serî li dadgehê dane û piştî serlêdanên şexsî wê dest bi li ser navê partiyê bikin.
Ozturkoglu diyar kir ku ger ti encam ji vê dozê bi dest nexînin wê îja serî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê (DMME) bidin.

Bi heman mijarî:

Qayûmê şaredariya Licê îstifa kir
'Qayûma' ji bo şaredaran tevlê pêşnûmeyê bû
Etîketan:
şerê siyasî, bajarên kurdan, şaredarên kurdan, şandina qayûman, Gulay Koca Ozturkoglu, amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de