04:31 21 Îlon 2017
Zindî
    Steffan De Mistura

    De Mistrura: Rewşa Helebê gelekî xerab bûye

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyeyê Staffan De Msitura îro li pêşberî Lijneya Ewlekariyê axivî û got ku rewşa Bajarê Helebê ji dema bombebarankirina konvoya alîkariyê 19ê vê mehê ve gelekî xerab bûye.

    Navenda Nûçeyan —Lijneya Ewlekariyê rûniştineke taybet ji bo rewşa Sûriyeyê li dar xist ku De Mistura jî tê de axivî û wiha got: "Ji wê rojê de, rewşa Helebê her çû xerabtir bû û gelek wêranî pêk hat."

    Nûnerê NYyê wiha dewam kir: "Li cihên dijberiyê, nimêja îniyê hat betalkirin. NY hiek raport wergirtin ku bi dehan êrîş li deverên niştîcihên sivîl pêk hatine û bûye mirin û kuştina gelek kesan ku zarok jî di nav de ne".

    Herwiha De Mistura teqez kir ku ne pêkan e, aliyek ji aliyan serkeftineke leşkerî bi dest xîne û yê azarê dikişîne, tenê gelê Sûriyeyê ye.

    Ji aliyê din ve, nûnere NYyê wiha pê de çû: "Serkeftina leşkerî li Helebê ne pêkan e. Analîzên leşkerî jî wihsa diyar dikin. Sûrî hîn agirbestê dixwazin û dixwazin çareseriyên pêbawer bên peydakirin."

     

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: ‘Divê Tirkiya bi ewayek lezgîn axa Sûriyayê biterikîne.'
    Lavrov: "Ne Rûsya û ne jî Sûriye êrişî konvoya NY nekiriye"
    Moskova: "Rûsya û Sûriye êrişî tu konvoyên NY nekirine"
    Sûriye: Li Humisê di êrîşên terorîst de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
    Sûriye: Balafireke şerî ya Îsraîlê hat xistin
    Rûsya: "Artêşa Sûriye û mûxalif wê ji rêya Kastîloyê vekişin"
    Etîketan:
    çareseriya leşkerî, şer, qeyrana Sûriyeyê, Staffan de Mistura, Heleb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de