10:27 20 Îlon 2017
Zindî
    Hevbendiya Sûriyeyê ya Dijber

    Dijberiya Sûriyeyê û ASA serperiştiya Rûsyayê napejirînin

    YouTube.com
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3210

    Hevbendiya hêzên dijber ên Sûriyeyê û komên Artêşa Sûriyeyê ya Azad(ASA) ragihand ku ew napejirînin ku Rûsya bibe aliyeke serperişt bo gotûbêjên çareseriya Sûriyeyê.

    Navenda Nûçeyan —Herdû aliyan daxuyaniyeke hevbeş weşand û tê de wiha ragihand: "Pêvajoya gotûbêjan li gorî gorî bingehên heyî, êdî bi kêr nayê û bê wate bûye lewra li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî divê demildest bê rawestandin."

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat teqezkirin ku ew serperiştiya Rûsyayê ji pêvajoya gotûbêjan re napejirînin.

    Ji aliyê din ve, agirbesta Sûriyeyê ku bi gotûbêjên dûvdirêj di navbera Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry de hatibû ragihandin, di 19ê vê mehê de bi dawî bû.

    Herwiha Wezareta Derve ya Rûsyayê teqez kir ti alî ji bilî Artêşa Sûriyeyê pabendî bi agirbestê nekir û çekdaran gelek caran ew agirbest bin pê kir.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Agirbest 45 caran hat îhlal kirin
    Rûsya: Agirbest 53 caran hat îhlal kirin
    Kerry: Agirbest tîzek e lê dewam dike
    Artêşa Sûriyeyê: Agirbest bi dawî bû
    Rûsya: Agirbest 2 caran hate binpêkirin
    Kerry: Ji bo Sûriyeya Yekgirtî, agirbest fersenda dawî
    Etîketan:
    Hevbendiya Sûriyeyê ya Dijber, Sergey Lavrov, John Kerry, Amerîka, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de