20:57 26 Îlon 2017
Zindî
    Hewldana derbeya leşkerî

    Leşkerê teqawitbûyî îdia kir ku wê serhildanek din çêbibe û bêhtir xwîn birije

    © AP Photo/ Emrah Gurel
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Leşkerê teqawitbûyî Hasan Atilla Ugur îdia kir ku piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê ya têkçûyî wê di meha mijdarê de serhildanek din çêbibe. Li gorî vî leşkerî wê ev hewldan bixwîntir be.

    Navenda Nûçeyan — Hasan Atilla Ugur ku demekê di doza Ergenekonê de girtî mabû û ji ber doza JITEMê a Qoserê dihate darizandin ji rojnameya Yeni Şafakê ya nêzîkî hikûmeta AKPê re axivî. Uğur îdia kir ku wê hewldaneke din çêbibe û ji ya pêşîn bêptir xwîn biherike. Uğur wiha îdia dike: "Bila ti kes nebêje ‘FETO nikare tiştekî site, PKKe nikare tiştekî bike, me pişta van rêxistinan şikand'. Ev wê bibe sedem ku li hemberî serhildana amadekarî jê re tê kirin me têk bibe. Em ê parçe parçe bibin".

    Ugur di îdiayên xwe de got ku Îngiltere bi eşîrên li bakûrê rojhilatê Tirkiyê bi aşîran re hevdîtinan dike û li gorî îdiaya wî wê endamên FETO yên di nava polîsan de di dema xwepêşandana HDPê ed gule bera ser gel bide. Ugur dibêje bi vî awayî wê bûyer destpê bikin û wiha berdewam dike. "Bûyer ihtimaleke mezin wê li Şemzînanê, Geverê yan jî li Qoserê dest pê bike. Li vir wê 15-20 kes bimirin. Heke eşîrên ku konsolxaneya Îngilîz li hemû bajaran û navçeyan serdana wan kirine werin lîstikê wê gel daxin kolanan. Li rojavayê Tirkiyê jî wê li 4-5 noqteyan teqînên mezin ên sansasyonel çêbibin. An PKK an jî wê DAIŞ vî tiştî bike. Dîsa di heman demê de li hemberî hin kesên ku weke hedef hatine dîtin sûîkast çêbibin. Dema ev çêbû wê kaoseke gelek mezin çêbibe. Herkes wê rabin ser piya û plana ku dixazin wê çêbibe ku jê er şerê navxweyî dibêjin.

    Bi heman mijarî:

    Hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê di sîteya fermî yê CIAyê de cih girt
    Yekîtiya Karsazên Rûs û Tirk : Em hewldana derbeya leşkerî şermezar dikin
    Rûsya bertek da helwesta NATOyê ya li hember hewldana derbeya leşkerî
    Zanyarê siyasetê yê almanî Liedtke: Hewldana derbeya leşkeri senaryo ye
    Piştî hewldana derbeya leşkerî operasyona hewayî ya yekemîn
    Etîketan:
    sûîkat, hewldana derbeya 15ê Tîrmehê, îngilîz, HDP, DAIŞ, FETO, JITEM, PKK, Hasan Atilla Ugur, Gever, Şemzînan, Qoser
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de