17:33 26 Îlon 2017
Zindî
    desteserkirin-binçavkirin

    3 stranbêj ji ber stranên kurdî hatin desteserkirin

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4410

    Li Dêrsimê 3 stranbêj ji ber stranên kurdî digotin, bi îdiaya ku ‘propagandeya rêxistinê' dikin hatin desteserkirin.

    Dêrsim — Li navçeya Pêrtagê ya Dêrsimê 3 endamên koma muzîkê ya bi navê Orkestra Grup Çiglikê bi hinceta di stranên xwe de ‘propagandeya rêxistinê dikin hatin desteserkirin. Li gorî rojnameya Cumhuriyetê stranbêjên komê Hidir Taş, Sinan Taş û Birol Bulut piştî şahiyekê ji hêla polîsan ve hatin desteserkirin û ew birin beşa Têkoşîna Dijterorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Pêrtagê.

    Stranbêj li ser fermana Dozgeriya Komarî ya Pêrtagê ve hatine lêpirsîn û derbarê stranên kurdî de pirs ji wan hatine kirin.

    Hate zanîn ku stranbêjan sûcdarî qebûl nekirine û gotine ku li ser daxwazan ew stranen dibêjin. Çavlirêye ku stranbêj di saetên êvarê de derkevin pêşberî dadgehê.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş bersiva wan nûçeyan da ku dibêjin ‘Demirtaş bi kurdî nizane'
    Qeyûmê hat tayînkirin tabeleya bi Kurdî rakir
    Tirkan êrîşî karkerên kurd ên bi kurdî diaxivîn kir
    Li Stenbolê êrîşî karkerên li muzîka kurdî guhdarî dikirin kirin
    Dibistana kurdî hate girtin
    Etîketan:
    desteserkirin, stranên kurdî, Dozgeriya Komarî ya Pêrtagê, Grup Çiglik Orkestra, Midûriyeta Emniyetê ya Pêrtagê, Birol Bulut, Sinan Taş, Hidir Taş, Pêrtag, Dêrsim
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de