09:42 21 Îlon 2017
Zindî
    Yekemîn Orkêstraya Zarokan - Kantona Cizîrê

    Li Kantona Cizîrê Orkêstraya Zarokan hat vekirin

    © Foto
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1910

    Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê Yekemîn Orkêstraya Zarokan ava kir.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên ANHAyê hat ragihandin ku yekemîn Koma Orkêstra ya Zarokan li Kantona Cizîrê hat avakirin û peymangeha perwerdeya Orkêstra li taxa El-Miwezefîn a bajarê Qamişlo bi şahiyekê hat vekirin.

    Hat diyar kirin ku di şahiyê de, Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo, serokên desteyên rêveberiya xweser ên kantonê, nûnerên Yekîtiya Rewşenbîrên Kantonê û bi dehan mamoste û hezkiriyên hunerê amade bûn. Peymangeha orkêstra bi alavên mûzîkê hat xemilandin.

    Hat hîn bûn ku temenên wan zarokên ku tevlî Orkêstrayê bûn di navbera 7 û 16 salî de ne. Zarok ji aliyê desteya çand û hunerê ya Kantona Cizîrê ve hatin perwerdekirin.

    Desteya Çand û Huner a Kantona Cizîrê ji destpêka meha çileyê ve, amadekariyên avakirina koma Orkêstra ya zarokan dikir. Desteyê zarok perwerde kirin û alavên mûzîkê ji wan re peyda kirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Rojava sala nû ya perwerdeyê destpêkir
    Ciwanekî ji Rojava li Mêrdînê hate kuştin
    Birêveberiya Rojava bersiv da hikûmeta Sûriyeyê
    Li 7 herêmên Rojava serjimêrî dest pê kir
    Etîketan:
    vekirin, Çand û Huner a Kantona Cizîrê, orkêstraya Zarokan, Yekîtiya Rewşenbîrên Kantonê, Hevseroka Kantona Cizîrê, Heyfa Erebo, Rojava, Kantona Cizîrê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de