04:23 21 Îlon 2017
Zindî
    Xwendekar - Zanîngeh - Roboskî

    Ji ber bîranîna Qetlîama Roboskiyê 30 xwendekar ji zanîngehê hatin avêtin

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2510

    30 xwendekarên Zanîngeha Suleyman Demirel a Ispartayê bi hinceta ku di 2015ê de beşdarî yadkirina Qetlîama Roboskiyê bûne ji zanîngehê hatin avêtin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya DİHAyê, xwendekarên Zanîngeha Suleyman Demirel ê di sala 2015ê de ji bo yadkirina Qetlîama Roboskiyê bernameyek lidar xistin. Polîsan tevlî komeke nîjadperest êrîş biribûn ser vê bernameyê û 40 xwendekar hatibûn desteserkirin. Him emniyetê him jî rêvebiriya zanîngehê derbarê zarokan de lêpirsîn dabûn destpêkirin. Rektorî bêyî li bende encama lêpirsînê bibe, 30 xwendekar ji zanîngehê avêt.

    Di agahdarnameya ji bo xwendekaran hatiye şandin de hatiye gotin ku ew di çarçoveya xala 9emîn a Rêziknameya Disiplîn a Hindekariya Bilind hatine avêtin. Xala 9ê a vê rêziknameyê ‘bi şertê ku biryareke misogerbûyî yê dadgehê hebe' xwendekar ji zanîngehê tên avêtin. Lê doza derbarê xwendekaran de hatiye vekirin wê di 5ê Berfenbarê de li Dadgeha Cezayê Giran a Ispartayê bê dîtin.

    Bi heman mijarî:

    Dosyaya komkujiya Roboskiyê gihişte DMMEyê
    Rojnameya Cumhuriyetê: Fermana Roboskiyê Serfermandar Ozel daye
    Ji ber topbarana leşkerên tirk li Roboskiyê şewat derket
    Çalakiya malbatên Roboskiyê ji ber Rewşa Awarte hate qedexekirin
    Huseyin Erten ê dema qetlîama Roboskiyê fermandar bû, hate desteserkirin
    Ferhat Encu: Divê ji bo Roboskiyê komisyona lêpirsînê jî li meclîsê vebe
    Etîketan:
    bîranîn, avêtin, ceza, xwendekar, Dadgeha Cezayê Giran a Ispartayê, DİHA, Zanîngeha Suleyman Demirel, Roboskî, Isparta
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de