04:35 21 Îlon 2017
Zindî
    Aldar Xelîl

    Aldar Xelîl: Bila ENKS vegere Rojava û xebatên xwe bimeşîne

    © Foto: Civaka Azad
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 17610

    Serkirdeyê Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Aldar Xelîl ragihand ku, bila Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) xwe ji eniya Tirkiyeyê vekişîne û vegere Rojava kar û xebatên xwe bimeşîne.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeyeke Kurdistan24ê Serkirdeyê Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Aldar Xelîl anî ziman ku bila ENKS tevlî projeya Rojava bie û kar û xebatên xwe bike û daxwaz ji ENKSê kir ku, bila xwe ji eniya Tirkiyeyê vekişîne û vegere Rojava.

    Xelîl da zanîn ku ew tu hêzeke din li Rojava qebûl nakin û ger derdê ENKSê parastin e, bila pêşmergeyên wan tevlî YPG,YPJ û HSDê bibe û Rojava biparêze.

    Aldar Xelîl eşkere kir ku ew naxwazin ezmûna Herêma Kurdistanê dubare bikin û du hêzan çêbikin.

    Bi heman mijarî:

    Aldar Xelîl û Asya Abdullah çûn Londonê
    HIŞYARÎ - Rêdûr Xelîl: YPG dê li dijî rejîmê bêdeng nemîne
    Aldar Xelîl bang li çapameniya cihanê kir ku serdana Minbicê bikin
    Rêdûr Xelîl bersiv da gotinên Recep Tayîp Erdogan
    Aldar Xelîl:'Hevdîtinên me yên li Ewropayê êrenî derbas bûn'
    Etîketan:
    meşandin, xwe, xebat, vegerîn, TEV-DEM, ENKS, Aldar Xelîl, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de