21:12 26 Îlon 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Heke ku YPG di operasyona Reqqayê de hebe em beşdar nabin

    © Foto: AA/ Ahmet İzgi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di rêya vegera New York ê de ji rojnamegeran re axivî ku ji bo hevdîtinên Lijneya Giştî ya NYyê çibû DYAyê.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî ragihandina Selçuk Tepelî yê ji rojnameya Haberturkê Erdogan derbarê mijarên rojevê de axivî.

    Erdogan diyar kur ku wê Bab ji DAIŞê bê rizgarkirin û ew dixwazin ji Raiyê heta Babê herêmeke ewle çêbikin. Erdogan diyar kir ku heke bê qebûlkirin û alîkariya pare bê dayin dixwazin li wir avahiyan ji bo kesên dixwazin ji Sûriyê derkevin û penaberên li Tirkiyê çêbikin. Erdogan aşkere kir ku avahî wê bi Tirkiye û Erebistana Siûdiyê çêbikin.

    Serokomarê Tirkiyê ji bo herêma ewle jî wiha got: "DYA ji bo mijara herêma ewle ji serî de dibêje ‘erê. Dema ku min li gel Pûtîn hevdîtin kir ew jî nabêje ‘na. Ya girîng ew e ku piştgiriya hêzên hevpeymanî yanî 65 welatan e. Di asta Wezareta Karê Derve de wê heval bi awayekî xurt kar bikin. Heke ku ji piştgiriya darayî were em dikarin bi lez avahiyan çêbikin. Kerry jî di daxuyaniya xwe ya dawî de behsa herêma ji firînê re qedexe kir.

    ‘TÊKOŞÎNA HERÎ BI BANDOR TIRKIYE DIDE'

    Erdogan got ku li cîhanê têkoşîna herî bandor a li hemberî DAIŞê Tirkiyê dide û aşkere kir ku ji bo operasyona Reqqayê rayedarên wan ên leşkerî bi DYAyê re hevdîtinan dikin. Erdogan behsa operasyona Mûsilê jî kir û got ku dibe di 19ê Cotmehê de bi rêvebiriya navendî ya Iraqê re operasyon li Mûsilê li hemberî DAIŞê dest pê bike û divê ew amade bin.
    Erdogan careke din îdiaya çekdayina DYAyê ji bo YPGê anî rojevê û got ku ew bi Biden re axiviye û Biden jê re gotiye ku agahiya wî ji vê nîne. Ji bo operasyona Reqqayê Erdogan destnîşan kir ku heke DYA bi PYD û YPGê re pêk bîne ew beşdarî vê operasyonê nabin. Erdogan li ser pirsa ‘Gelo PYD bi DYAyê re bikeve Reqqayê wê Tirkiye piştgiriya hewayî bide yan na?' got ku piştî şêwrê bi saziyên têkildar re wê vê nirxandinê bikin.

    ‘LI MINBICÊ GELEK KÊM PYDYÎ HENE'

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got ku gelek kêm kes ji PYDê li Minbicê hene û dema ew der ewle bibe wê yê din jî biçin.

    Erdogan ji bo serdana Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş a ji bo Herêma Kurdistanê jî got: "Em nirxandina vî tiştî niha nekin. Di demeke nêz de wê hevalên me jî şandeyekê bişînin Bakûrê Iraqê. Wê bi Barzanî re rûnê. Wê xabetên me û yên wan binirxînin. Hewlek heye ku qutbûna têkiliyan wiha kêm bikin. Lê êdî ew ne mimkun e. Lêpirsînên raya giştî jî rewşa wan bi zelalî radixe berçavan."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Dibe gotinên Erdogan têkiliyan aloz bikin
    Erdogan li NY: Li dijî FETOyê bergiriyên hewce bigirin
    Erdogan bi Serokwezîra Îngilîstanê May re hevdîtin pêk anî
    Erdogan dîsa got: Girê Spî yê ereban
    Erdogan wê ji Lijneya Giştî ya NYyê re biaxive
    Etîketan:
    DAIŞ, PYD, Joe Biden, John Kerry, Vladimir Putin, Recep Tayyip Erdogan, Reqqa, Minbic, Raî, El Bab, New York, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de