17:47 23 Îlon 2017
Zindî
    Ürdünlü Hristiyan gazeteci-yazar Nahid Hattar, mahkeme binasının önünde uğradığı silahlı saldırı sonucu hayatını kaybetti.

    Nivîskarê Urdunî yê bi dijûna Îslamê dihat sûcdarkirin, hat kuştin

    © AFP 2017/ AHMAD ALAMEEN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Nivîskar-rojnamegerê Xirîstiyan ê Urdunî Nahîd Hatta yê ku ji ber karîkaturê ku li ser medayaya civakî parve kir, bi îdiaya dijûn li Îslamê kiriye hat desteser kirin li pêş avahiya dadgehê ya li Ammana paytext aUrdunê rastî êrîşeke çekî hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

    Navenda Nûçeyan — Di nûçeyên çapemeniya herêmî de hat dyar kirin ku êrîşkarê ku 3 caran gule bera Hattar daye ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin. Di daxuyaniya Îdareya Çapemeniyê ya Miduriyeta Giştî ya Ewlehiya Urdunê de hat gotin ku "kesekî bi çek di saetên sibehê de li dijî rojnameger-nivîskar Nahid Hattar ê ku ji bo danişînê hatibû dadgehê, 3 caran gule teqand. Hattar ê ku ji bo nexweşxaneyê hat rakirin, li gel hemû midaxeleyan nehat rizgar kirin û jiyana xwe ji dest da."

    Nivîskarê Urdunî piştî ku Serokwezîr Hanî Mulkî yê ku ji ber karîturekî li ser Facebookê hatibû parve kirin, çû xwe radestî hêzên ewlehiyê kir. Di karîkatur de dihat dîtin ku zilamekî Ereb ê ku bi du jinan re di nava cih de ye, ji Xwedê meyê dixwaze û dixwaze ku îskanên vala bibe.

     

     

    Etîketan:
    Îslam, dijûn, kuştin, rojnameger, nivîskar, Miduriyeta Giştî ya Ewlehiya Urdunê, Amman, Urdun
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de