22:53 26 Îlon 2017
Zindî
    Girtîgeh

    'Li girtîgehê ji bo axavtina bi kurdî daxwazname tê xwestin'

    © Foto: AA Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Li girtîgeha tîpa E ya Adiyamanê, girtiyê ku xwest bi parêzerê xwe re biaxive hate astengkirin. Ji girtî xwestin ku ji bo axavtina bi kurdî serî li rêvebiriya girtîgehê bide.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya DİHAyê, girtiyê di Girtîgeha tîpa e yê bi navê Huseyin Yalçin Çalişkan, di 8ê Îlonê de dema ku xwestiye bi parêzerê xwe Ozkan Avci re bi kurdî bixaive hatey astengkirin. Parêzerê Çalişkan, Ozcan Avci îdia kiriye ku dema di odeya hevdîtinê ya bi parêzer re, wî û Huseyin Yalçin Çalişkan dest bi kurdî dest bi axavtinê kirine, lê du gardiyanên li ber deriyê odeyê ji wan re gotine "Hûn nikarin bi kurdî axivin."

    JI BO AXAVTINA BI KURDÎ DAXWAZNAME XWESTIN

    Avci diyar kir ku gardiyanan hinceta astengkirinê bi Xala 41ê ya Rêziknameya Derbarê Serdana Girtîyan de nîşan dane. Li gorî vê xalê, ‘Di dema Serdana Girtîgehê de sereke ye ku di hevdîtinan de bi tirkî bê axavtin". Avci derbarê wê bûyerê de ev agahî daye: "Gardiyanan ji me re gotin ku heke bi tirkî nizanibin, hûnê bi daxwaznameyê serî li rêvebiriyê bidin û hûnê bibêjin em dixwazin bi kurdî biaxivin. Gardiyanan ji me re kaxiz û pênûs anîn. Muwekîlê min daxwazname nivîsand. Heta ku bersiva me nehat destûr nedan me ku em bi kurdî bi axivin. Piştî ku rêvebiriyê destûr da ez bi muwekîlê xwe re bi kurdî axivîm."

    Bi heman mijarî:

    Tirkan êrîşî karkerên kurd ên bi kurdî diaxivîn kir
    Axavtina bi Kurdî qedexe ye!
    Kadri Yildirim: Bila malpera parlamenê bi kurdî weşanê bike
    Mala zarokan ya bi Kurdî perwerdê dide hate girtin
    Axiftina bi kurdî bû sedema lêxistinê
    Etîketan:
    gardiyan, girtî, daxwazname, qedexe, kurdî, Girtîgeha Adiyamanê, Ozcan Avci, Huseyin Yalçin Çalişkan, Adiyaman
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de