11:32 24 Îlon 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge

    Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê: Pêşmergeyên birîndar li Enqereyê tên dermankirin

    © AP Photo/ Hussein Malla, File
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê derbarê 60 Pêşmergeyên ku di şerên DAIŞê de birîndar bûne û ji bo dermankirinê hatine Tirkiyê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

    Enqere — Di daxuyaniyê de hate gotin ku "Dermankirina dirîndarên ku mijara gotinê ne li Enqereyê li nexweşxaneyên dewletê destpêkiriye. Hemû mesrefên dermankirina wan û çûnûhatina wan ji hêla welatê me ve hatiye bicîanîn."

    Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê derbarê 60 Pêşmergeyên birîndar de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku daxwaz ji Rêvebiriya Herêmî ya Kurd a Iraqê hatiye û wê alîkarî berdewam bike. Wezareta Karê Derve diyar dike ku "Rêvebiriya Herêmî ya Kurd a Iraqê di meha tebaxê de ji nûnerên me ên dîplomatîk ên li Hewlêrê re banga alîkariya dermankirina hêzên ewlekariyê yên Rêvebiriya Herêmî bûne ku li Iraqê di dema şerê DAIŞê de birîndar bûne. Di çarçoveya têkiliya welatê me û Rêvebiriya Herêmê û girîngiya dide têkoşîna DAIŞê de, guncav hate dîtin ku bersiva erênî bidin bangewaziya alîkariyê. Di vê çarçoveyê de, 60 hêzên ewlekariyê yên Rêvebiriya Herêmî tev li alîkarên xwe anîne Tirkiyê. Li nexweşxaneyên dewletê yên li Enqereyê dest bi dermankirina birîndarên ku mijara behsê ne hatiye kirin. Mesrefa hemû çûnûhatin û dermankirina birîndaran ji hêla welatê me ve hatiye dayin."

    Bi heman mijarî:

    Pêşmergeyên birîndar tê şandin bo Tirkiyeyê
    62 Pêşmergeyên birîndar ji bo dermankirinê tên Tirkiyeyê
    Etîketan:
    dermankirin, Pêşmerge, DAIŞ, Rêvebiriya Herêmî ya Kurd a Iraqê, Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê, Enqere, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de