18:18 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Sergey Lavrov - Velîd Muallîm

    Muallîm ji bo operasyonên li Sûriyayê sipasiya xwe pêşkeşî Rûsyayê kir

    © Sputnik/ Eduard Pesov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Wezîrê Karên Derveyê ya Sûriyayê Velîd Muallîm ji bo operasyonên Rûsyayê ya li Sûriyayê ku hindik maya sala xwe temam bike, sipasiya xwe pêşkeşî rêvebiriya Moskovayê kir.

    Navenda Nüçeyan — Muallîm piştî hevdîtina xwe ya li Lijneya Giştiya Neteweyên Yekbûyî ya bi Wezîrê Karên Derveyê ya Rûsyayê Sergey Lavrov re axivî û got: ‘Operasyonên li dijî terorîzmê ya li Sûriyayê gelek girîngin. Beşdariya Rûsyayê ya di van operasyonan de ji bo me gelek nirxdare. Em şêkirdarê rêvebirî û gelê Rûsyayê ne.'

    ‘ME JI HEVDÎTINA BI LAVROV RE ENCAMÊN GELEK BAŞ GIRTIN'

    Herwiha wezîrê sûrî diyar kir ku ji hevdîtina bi Lavrov re encamên gelek baş girtine û wiha pê de çû: ‘Rûsya û Sûriya du welatên dostin û bingeha têkiliyên xwe jî li ser vê dostaniyê ava dikin.

    Rûsya li ser daxwaza Serokê Dewleta Sûriyayê Beşar Esad di 30ê Îlona 2015an vir ve li Sûriyayê dijî terorîzmê operasyon dabû destpêkirin. Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn 14ê Adara 2016an fermana hin hêza Rûsyayê vegerin dabû.

    Bi heman mijarî:

    Moskova: "Rûsya û Sûriye êrişî tu konvoyên NY nekirine"
    Sûriye: Li Humisê di êrîşên terorîst de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
    Rûsya: "Artêşa Sûriye û mûxalif wê ji rêya Kastîloyê vekişin"
    Sûriye: Balafireke şerî ya Îsraîlê hat xistin
    CIA: Dibe Sûriye û Iraq perçe bibin
    Etîketan:
    şêkirdar, terorîzm, operasyon, pêşkeşî, sipasî, Beşar Esad, Vladimîr Pûtîn, Sergey Lavrov, Velîd Muallîm, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de