21:41 19 Tebax 2017
Zindî
    Ahmet Altan

    Ji bo Ahmet Altan biryara girtinê hat dayîn

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Ji bo rojnameger û nivîskar Ahmet Altan ê ku 12 roj berê bi îdiaya ku berê hewldana derbeyê ‘peyama subliminal' daye û beşdarî derbeyê bûye hatibû desterkirin û piştî lêpirsîna li dadgeriyê bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan, biryara girtinê hat dayîn.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Toygun Atilla yê ji rojnameya Hurriyetê Dozgerê Komarê li dijî serbestberdana Ahmet Altan derket û îtiraz kir. Dadgeriya Ceza ya Sulha 1emîn daxwaza îtirazê nirxand û biryara girtinê da.

    Dadgeriya ku daxwaza îtirazê ya Dozgeriya Komarê qebûl kir û ji bo Ahmet Altan bi sûcdarkirina piştgirî daye FETO/PDYê biryara girtinê da, biryara serbestberdana bi şertê kontrola edlî ya Ahmet Altan rakir û bi sûcên "hewl daye ku Hikumeta Komara Tirkiyeyê rake" û "endamtiya rêxistin a terorê" di derbarê Ahmet Altan de biryara girtinê da.

    Bi heman mijarî:

    Ahmet û Mehmet Altan şandin dadgehê
    Ahmet û Mehmet Altan îro derdikevin pêşberî dadger
    Ahmet û Mehmet Altan hatin desteserkirin
    Ahmet Altan: ‘Dê zêdetir êrişî kurdan bikin, wan bikujin û biavêjin zindanan'
    Etîketan:
    dayîn, biryar, girtin, Dozgeriya Komarê, rojnameya Hurriyetê, Toygun Atilla, Ahmet Altan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de