20:25 17 Tebax 2017
Zindî
    Alayên YPG li nêzîkî Hesekê

    YPG: ​​ Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê didomin

    © REUTERS/ RODI SAID
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 475 0 0

    YPGê ragihand ku êrîşên Artêşa Tirkiyeyê li dijî Rojavayê berdewam dikin.

    Navenda Nûçeyan — Navenda Çapemeniya YPGê derbarê êrîşên Artêşa Tirkiyeyê ên li dijî Rojavayê daxuyaniyek da.

    Di daxuyanîye de hat diyarkirin ku êrîşên Artêşa Tirkiyeyê li dijî Rojava berdewam dike.

    Di çarçoveya van êrîşan de Artêşa Tirkiyeyê şeva 21ê Îlonê bi çekên giran êrîş birin ser gundê Koreliyê yê dikeve rojavayê Kobaniyê.

    Herwiha daxuyaniya YPGê wiha berdawam kir: Artêşa Tirk heman şevê li hemberê gundê Qeremoxê yê dikeve rojhilatê Kobaniyê jî sînor derbas kir û piştî demekî careke din vegeriya çeperên xwe.

    Şeva 21ê Îlonê endamên DAIŞê bi çekên giran êrîş birin ser gundê Alwayê yê dikeve başûrê Şedadê.

     

    Bi heman mijarî:

    YPG: "55 Terorîstên DAIŞê hatin kuştin"
    YPG: Li Şêxmeqsûd 3 çekdarên koalisyonê hatin kuştin
    ÎDIA - YPG û Hikumeta Sûriyeyê li hevdu civiyan
    YPG: Tirkiyê êrîşî Efrînê dike
    Etîketan:
    Navenda Çapemeniya YPGê, DAIŞ, Êriş, YPG, Artêşa Tirkiyeyê, ROJAVA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de