21:28 19 Tebax 2017
Zindî
    Mizgeft

    Êdî meleyên kurd jî ji kar tên avêtin

    © Foto: Ali Aşili
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Piştî ku hikûmeta Tirkiyeyê bi biryarnameyên hikûmî nêzîkî 11 hezar û 500 mamsoteyên kurd ji kar derxistin, niha jî 8 eleyên kurd ji kar hatin avêtin.

    Navenda Nûçeyan -Hikûmeta Tikiyeyê 24 mele ji kar avêtin, 8 mele bi demkî ji kar hatibi dûrxistin û 9 meleyan din jî ji bajarên kurdan hatin mişextî bajarên tirkan.

    Herwiha derbarê 20 melayan de lêpirsîn hat destpêkirin û lîsteya 180 melayên din jî bo lêpirsînê ji midûriyeta ayînî ya Amedê re hat şandin.

    Ji aliyekî din ve, ev demek e ku meleyên kurd li bajarên kurdan nimêjên sivîl didan destpêkirin ta ku xutbe bibe bi kurdî.

    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li Amedê 3, li Êlihê 1, li herêma Botan 4 û bi giştî 8 mele ji kar hatin avêtin û 8 mele jî ji kar hatin bidûrxistin. 9 mele hatin nefîkirin û derbarê 20 meleyan de jî lêpirsîn hate destpêkirin.

    Hinceta jikardûrxistina van melayan jî piştgirîdayîna PKKê ye.

    Ji aliyekî din ve, hikûmeta Tirkiyeyê berî niha nêzîkî 11 hezar û 500 mamsoteyên kurd ji kar avêtibûn.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Tetwanê 5 mele ji kar hatin dûrxistin
    Mele Bextiyar: Cihê çareserkirina pirsgirêkan Bexda ye
    Mele Bextiyar û Hêro Ehmed ji ber vîzeyê nikarin biçin konferansa Dêrsimê
    Demîrtaş: ‘Em li pey şopa Mele Mistefa û Qazî Mihemed in'
    Mele Eshed Ergul jî hate binçavkirin
    Mele Bextiyar: Leşkerên tirk serweriya Iraqê binpê dikin
    Mele Bextiyar: ‘Divê PYD û PDK lihev bikin'
    Etîketan:
    mele, mamoste, PKK, Botan, Êlih, tirkiye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de