03:37 21 Tebax 2017
Zindî
    polîs, cihê bûyerê

    Li Stenbolê pevçûn: Kuştiyek û du birîndar

    © Foto
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 55 0 0

    Hat ragihandin ku li nêzîkî lokala werzişê ya Çayirbaşiyê ya navçeya Sariyerê ya Stenbolê pevçûn derket û di encamê de kesek hat kuştin û du kes birîndar bûn.

    Stenbol —Hat ragihandin ku kesekî nasnanmeya wî nediyar hatiye lokalê û bi tivinga nêçîrê gule bera Mustafa Yilmaz K. da ji ber ku taksiya korsan dixebitand. Salih barutê ku li cihê bûyerê bû û ti têkiliya wî bi pevçûnê re tine bû, ji ber perçeyên ji ber guleyê pekiyan hat kuştin.

    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bûyer saet 14:00 bi dema Tirkiyeyê pêk hatiye kesê bi navê Mustafa Yilmaz K. taksiya korsan dixebitîne û duh wî û kesekî nasnameya wî nediyar devjenî kiribû û dûre herdû jî ji cihê bûyerê çûbûn. Lê sibeha roja din wê nîqaşê berdewam kir û di encamê de kesê nasnameya wî nediyar bi tivinga nêçîrî gule bera Mustafa Yilmaz K. da. Lê kesên li wê derê hewl da bi tivinga wî bigirin û di encama wê kişkişandinê de, guleyek ji tivingê çû û li perçeyên wê li kesekî bi navê Salih Barut ket ku ti têkiliya wî bi bûyerê re tine.

    Di encama wê de, Barut li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û Mustafa Yilmaz K. û polîsekî li cihê bûyerê birîndar bûn.
    Piştî wê ambulans û tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.

    Herwiha polîs hat cihê bûyerê û lêpirsîn da destpêkirin ta ku gumanbarî bigirin.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    DAIŞiyên libyayî li Stenbolê têne dermankirin
    Li Stenbolê operasyona DAIŞê: 16 kes hatin desteserkirin
    Li Stenbolê operasyona DAIŞê: 24 kes hatin desteserkirin
    Li Stenbolê 26 wesayit hatin şewitandin
    Li Stenbolê pevçûn: 3 birîndar hene
    Li Stenbolê 5 kes hatin desteserkirin
    Walîtiya Stenbolê derbarê balafirên şer bê destrû li ser bajêr nizm difirin de daxuyanî da
    Etîketan:
    kuştî birîndar, polîs, Salih Barut, Mustafa Yilmaz K, sariyer, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de