11:05 20 Tebax 2017
Zindî
    Zilamek sûrî di nav kavilên xaniyên di bin destê Dijberiya Sûriyeyê de - Sûriye

    Wezîrekî hikûmeta demkî ya dijberiya Sûriyeyê hat kuştin

    © REUTERS/ Bassam Khabieh
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 51 0 0

    Wezîrê Birêveberiya Herêmî ya pêkhateya bi navê "hikûmeta demkî" ya girêdayî dijberiya Sûriyeyê Yeqûb El-Emar di teqîneke li bajarê Inxilê yê girêdayî bajarê Der'ayê de hat kuştin.

    Navenda Nûçeyan —Çalakvanên herêmî ragihand ku hinek fermandarên leşkerî yên girêdayî dijberiya Sûriyeyê jî di teqînê de hatin kuştin.

    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, xwekujekî bi kembereke teqîner xwe di civîna dijberiyê de ya li "qereqola şoreşgerî" dihat lidarxistin teqand.

    Herwiha Serokê Dadgehê yê Horanê Ismet El-Ebsî jî armanca teqînê bû û gelek kesên di civînê de hatin kuştin û birîndar bûn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: "Ne Rûsya û ne jî Sûriye êrişî konvoya NY nekiriye"
    Moskova: "Rûsya û Sûriye êrişî tu konvoyên NY nekirine"
    Sûriye: Li Humisê di êrîşên terorîst de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
    Rûsya: "Artêşa Sûriye û mûxalif wê ji rêya Kastîloyê vekişin"
    Sûriye: Balafireke şerî ya Îsraîlê hat xistin
    CIA: Dibe Sûriye û Iraq perçe bibin
    Etîketan:
    teqîn, xwekuj, Dijberiya Sûriyeyê, Ismet El-Ebsî, Yeqûb El-Emar, deraa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de