06:18 19 Tebax 2017
Zindî
    Milîtanên Artêşa Sûriyeya Azad - ASA

    DAIŞê çekên giran ê Amerîkayê bi dest xistin

    © Foto: AA/ Majd Halabi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 22202

    Li bajaroke Raiya Sûriyeyê di navbera Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) û rêxistina terorîst a DAIŞê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin. DAIŞê bi çekên giran êrişî ASAyê kir û 5 gund ji destê wê deranîn.

    Navenda Nûçeyan — Li bajaroke Raiya Sûriyeyê di navbera Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) û rêxistina terorîst a DAIŞê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin. DAIŞê bi çekên giran êrişî ASAyê kir û 5 gund ji destê wê deranîn. Her wiha çekên giran ku Amerîkayê dabûn ASAyê ketin destê DAIŞê.

    DAIŞ, ASA û Artêşa Tirkiyeyê topbaran dike

    Merhaleya 3yemîn ya operasyona Mertalê Firadê li başûr, rojhilat û rojavayê bajarokê Raiyê berdewam e û çeperên DAIŞê ji terefê balafirê şer ên hêzên hevpeyman û obusên Tirkiyeyê ve têne bombebarankirin. Her wiha rêxistina terorîst a DAIŞê jî eniyên ASA û Artêşa Tirkiyeyê dide ber top û moşekan.

    Cebilxane
    © Foto:
    Cebilxane

    Di nava çekên ku ketin destê DAIŞê Doçka jî hene

    Li gorî zanyariyên berdest, rêxistina terorîst a DAIŞê li herêma bajarokê Raiyê 5 gundên bi navê Bahurta, Çekke, Sandura, Telrara Rojava û Telrara Rojhilat, Şava Kebira û Şava Şagira ji destê ASAyê deranî. DAIŞê li gundê Şava Kebira gelek çekên giran ku Amerîkayê dabûn Tuxaya El Hemzeya girêdayî ASAyê û di nava wan de Doçka jî hebûn bi dest xistin.

    Bi heman mijarî:

    Di operasyona Mertalê Firadê de du leşkeran jiyana xwe ji dest da
    Grûba Hmeymîmê: "Divê bersiva leşkerî li dijî operasyona Mertalê Firadê were dayîn"
    Artêşa tirk derbarê operasyona Cerablusê de daxuyanî da
    Tirkiya derbarê operasyona Cerablusê de daxuyanî da
    Armanca operasyona Tirkiye ya Cerablusê dest xurtkirin e
    Etîketan:
    Operasyona Mertalê Firadê, Artêşa Tirkiyeyê, DAIŞ, Artêşa Sûriyeya Azad (ASA), Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de