08:57 17 Tebax 2017
Zindî
    Kilis

    Roketa ji Sûriyê hate avêtin li Kilîsê: Yek jê giran 6 kes birîndar bûn

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 43 0 0

    Ji Sûriyê roket avêtin navenda bajarê Kilîsê û roket li nava bazarê teqiya. Di encama teqînê de 5 jê zarok 6 kes birîndar bûn. Rewşa birîndarekî giran e.

    Kilîs — Ji Sûriyê ji herêma di bin kontrola DAIŞê de roket avêtin Kilîsê. Li gorî zanyariyên destpêkê roket li nava bazarê ketiye ku jê re 'bazara siharê' dibêjin.

    Parlamenterê AKPê yê Kilîsê Reşit Polat aşkere kir ku yek jê zarok, yek jê jin 3 penaberên ji Sûriyê birîndar bûne. Walîtiya Kilîsê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 5 jê zarok 6 kes birîndar bûne û rewşa birîndarekî giran e.

    NAVÊ BIRÎNDARAN DIYAR BÛ

    Navê kesên ku di encama teqînê de birîndar bûne diyar bû. Li gorî zanyariyê Meyede Kurdiye (34), Revan N. (13), Mehmet F. (12), Ahmed B. (10), Nevra D. (2) û Hammude Ş. (10 mehî) di encama teqînê de birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    Ji hêla Sûriyê roket avêtin Entabê
    DAIŞê dîsa roket avêtin Kilîsê
    DAIŞê careke din roket avêt Kilîs ê
    DAIŞê dîsa roket avêt Kilîsê
    Dîsa roket avêtin Kilîsê: Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
    Etîketan:
    roket, birîndar, Walîtiya Kilîsê, AKP, Reşit Polat, Kilîs, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de