22:33 23 Tebax 2017
Zindî
    Mehmet Ali Aslan

    Parlamenterê HDPê: "Şaredariyên me ji hêla korsanên çînî ve hatin dagirkirin"

    © Foto: AA/ Mehmet Ali Özcan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Parlamenterê HDPê yê Êlihê Mehmet Ali Aslan di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de ragihand ku şaredariyên me ji terefê korsanên malçêkiriyên çînî ve hat dagirkirin.

    Enqere - Parlamenterê HDPê yê Êlihê Mehmet Ali Aslan di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de ragihand ku şaredariyên me ji terefê korsanên malçêkiriyên çînî ve hat dagirkirin. Heke sibê ev qeyûman tayînî parlamentoyê jî bikin qet şaş nebin. Li Tirkiyeyê di 15ê Tîrmehê de tu hewldanên derbeyên leşkerî nebûn, di rastiyê de niha derbe li Tirkiyeyê dibe.

    Kesî li şûna Erdogan qeyûm tayîn nekir

    Mehmet Ali Aslan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bi rakirina parêzbendî û tayînkirina qeyûman mafê bijartin û hilbijartinê yên kurdan ji destê wan hat deranîn. Şaredariyên me ji terefê korsanên malçêkiriyên çînî ve hat dagirkirin. Serokomar Recep Tayyip Erdogan di 28ê Sibatê de dema ji wezîfeyê hat wergirtin jî li şûna wî qeyûm tayîn nekirin. Heke piştî demekê bêjim em ê qeyûman tayînî parlamentoyê jî bikin qet şaş nebin."

    Milyonek şagirt bê mamosta diçe dibistanê

    Parlamenterê HDPeyî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Di derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê de 3 hezar û 800 mamosta ji kar hatin dûrxistin. Di 15ê Tîrmehê de tu derbe jî nebû lê dîsa nêzî 40 hezar mamosta ji har hat dûrxistin. Jixwe kêmayiya 60 hezar mamosta hebû û ev valahî derkete 100 hezarî. Niha milyonek şagirt bê mamosta diçe dibistanê û vedigerin malên xwe."

    Bi heman mijarî:

    Li Bazîdê qeyûm îstîfa kir!
    Qeyûm dest danî ser şaredariya Hezexê jî
    Li Pirsûsê gel bertek nîşanê qeyûm dan û alozî derket: 4 desteserkirî
    Ji bo 28 şaredariyan qeyûm hatin tayîn kirin
    Dadgehê qeyûm tayînî MHPê kir
    Etîketan:
    Serokomarê Tirkiyeyê, Tayînkirina qeyûman li ser şaredariyan, Parlamenterê HDPê yê Êlihê, Recep Tayyip Erdogan, Mehmet Ali Aslan, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de