20:30 17 Tebax 2017
Zindî
    Raportorê taybet ê îşkenceyê yê NYyê Juan Mendez

    Serdana raportorê îşkence yê NYyê ji hêla Tirkiyê ve hate lipaşxistin

    © Foto: YouTube
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Serdana raportorê taybet ê îşkenceyê yê NYyê Juan Mendez ji hêla Enqereyê ve hate lipaşxistin ku dihate payin di navbera 10 û 14ê Cotmehê de çêbiba.

    Navenda Nûçeyan — Juan Mendez derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û got: "Ez fam dikim ku hikûmet bi hemû baldariya xwe li ser pêşketinên di mehên dawî de li Tirkiyê qewimîne kom bike lê ez di wê baweriyê de me ku lipaşxistina serdana min di dema dawî de mesajeke şaş dide."

    Raportorê taybet ê îşkenceyê yê NYyê Juan Mendez herwiha diyar kir ku: "Serdana min di demeke wisa girîng de çêdibe ku piştî piştî hewldana derbeya têkçûyî ya di 15ê Tîrmeha 2006ê de bi hezaran kes hatine girtin, li tevahiya welêt di girtîgehan de gelek girtî çêbûne û derbarê şert û mercan de îdia hene."

    Wezîfeya Mendez di 31ê Cotmehê de bidawî dibe û ji Enqereyê xwest ku mafê ‘derbasbûna serbest' a ciyên kesên girtî bidin kesê ku wê li şûna wî dest bi wezîfeyê bike.

    Bi heman mijarî:

    Sariyildiz li civîna NYyê de axivî: Ez li ser navê kesên hatin şewitandin li vir im
    Komîserê Mafên Mirovan ê NYyê: Divê daxwaza tolhildanê ya Tirkiyê bê sekinandin
    ‘Divê li gor hiqûqa NYyê ji Tirkiyê hesab bê xwestin'
    IHD: Me rapora li ser ‘' tiştên li Cizîrê qewimîn'' da NYyê
    Etîketan:
    hewldana derbeya 15ê Tîrmehê, Raportorê taybet ê îşkenceyê yê NYyê, NY, Juan Mendez, Enqere, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de